
Bi hezaran kurd ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dor a li Strasbourgê û ji bo şermezarkirina bêdengiya Rojava ya li hemberî pirsgirêka Kurd, îro ji welatên cûda yên Ewropayê li bajarê Fransa Starasbourgê hatin cem hev.
Ji bo piştgiriya çalakiyên girêva birçîbûnê yê bê dem û bê dorveger yê li Strasbourg û girtîgehên Tirkiyeyê û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kurd ji welatên Ewrûpayê herikîn Strasbourgê. Ji welatên weke Fransa, Belçîka, Almanya, Hollanda, Avusturya û Swîsreyê bi hezaran kes li ber avahiya Konseya Ewropayê(KE) kom bûn. Çalakî bi slogana “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê Statu” hate lidarxistin.
Bi hezaran kes herikîn Strasbourgê
Kurdistaniyan ji serê sibê ve bi wesaîtan herikîn bajarê Strasbourgê. Li qada çalakiyê ya li pêşiya Konseya Ewrûpayê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, PJAK û KJB hatin hildan.
Tevî 15 çalakgerên endamê "Înîsiyatîfa Azadiya Ocalan" ya bê dem û bê dorgeveger çalakiya greva birçîbûnê dikin, 42 kesên di greva birçîbûnê ya 5 rojan û dorveger de jî hatin qada mitîngê.
Siyasetmedarên di grevê de beşdar bûn
Di nava vê koma ji 42 kesan pêk tê de Serokê Kongreya-Gel Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê PJAK’ê Haci Ehmedî, ji Rêberên THKO’yê Teslîm Tore, ji Partiya Sosyalîst Mahîr Sayîn, Endamên Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn û Nîzamettîn Dogu, Parlamenterê berê yê DEP’ê Alî Yîgît, Endamê KNK’ê Alî Matûr, ji PYD’ê Dara Ehmed û ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar jî hebûn.
Her wiha, zêdetirî 100 ciwanên Kurd ên di 31´ê Adarê de ji bajarê Mannheim ê Almanyayê dest bi meşa dirêj kiribûn, piştî meşa 4 rojan gihiştin Strasbourgê. Ciwan jî di çalakiyê de cîh girtin.
Kartal: Ewrûpa piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirinê
Saet di 12.00´an de bi qasî 20 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Pitşre Serokê Kongreya-Gel Remzî Kartal rojbûna Ocalan pîroz kir û bêdengiya Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê(CPT) ya li hemberî daxwazên Kurdan şermezar kir. Kartal destnîşan kir ku hikûmetên Ewropayê piştgirî didin polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta Tirk û diyar kir ku li hemberî van helwestan Kurd li Strasbourgê aşitiyê dixwazin. Di çalakiyê de hat xwestin ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê guh bide daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê û bersivek erênî bide. Çalakger dixwestin ku tevî Ocalan, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan, pirsgirêka Kurd bi rêya muzakere, bi rêbazên aşitiyane bê çareserkirin. Çalakger diyar dikin ku pirsgirêka Kurd ne tenê ya Tirkiye, ya Konseya Ewropayê ye jî û xwestin ji bo pirsgirêka kurd çareser bike zextê li Tirkiyeyê bikin.
Kişanak: Em ê zilmê qebûl nekin
Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak jî ji bo piştgiriyê bide çalakgeran, li Strasbourgê bû û diyar kir ku îro li Enqereyê derbekar têne darizandin, lê îro jî rejîma AKP’ê berdewama zîhniyeta derbekar e. Kişanak bal kişand ser qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê û Meşa Amarayê. Kişanak destnîşan kir ku “Ev hewldanên şkandina vîna gel in” û ragihand ku gelê Kurd tu carî stûyê xwe li ber AKP’ê xwar nake. Kişanak got; “Tayyîp Erdogan dibêje ku em berdevkên rêxistina terorê muxatab nabînin, lê em jî dibêjin ku em yên ku gelê me weke terorîst nîşan didin muxatab nabînin.”
Dema nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin, çav li rê bû ku piştî çalakiyê li ser daxwazên kurdan û çalakgeran heyet bi rayerên CPT û Konseya Ewrûpayê re hevdîtinê pêk bînin û dosyayek pêşkêş bikin.
STRASBOURG