
Tevlîvanên kursê ji xwendevanên zanko, xwendevanên amadehiyê (lise), werger, kardest, karker û akademîsyenan pêk tê. Ji tevlîvanên kursê Derya dixwaze piştî bi destxistina zertifikata xwe, bi zorokên Kurd re dest bi kursek zimanê Kurdî bike.
Serokê Komala Civaka Kurdên Saarlandê Yusuf Gectan jî li ser vê kursê wiha dibêje: „Ev kurs ji bo şagirtan, ji bo zarokên Kurdan, ji bo gelê me yî li vê herêmê û ji bo dibistan û bürokrasiya herêmê jî firsendeke mezin e. Ez hêvîdarim piştî vê kursê, kursên zimanê Kurdî li herêmê bi şiklekî sîtematîk wê were organîzekirin“. Piştî 10 rojên kursê wê tevlîvan sertîfîkatên xwe werbigrin.
Kursa Pêngava Pêşketî li Kolnê destpê dike
Her wiha bi hevkariya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Instîtûta Kurdî wê di 21’ê Têbaxa 2011’an de Kurseke Pêngava Pêşketî ji bo Hîndekaran (Namzêtê Mamosteyan) destpê bike û di 20’ê Mijdara 2011’an de jî bi dawî dibe.
Rêveberên kursê di derbarê kursê de ev peyam dan: “Gelê ku ji çil mîlyonî pêkhatî, li welatên cihanê yên cure cure belav bûye, roj bi roj ji bo azadiya xwe têdikoşe û gav bi gav ber bî rastiya xwe ve dimeşe. Gelê Kurd xwe ji nû ve diafîrîne. Bi dîroka xwe, bi çanda xwe, bi însiyatîfa xwe ya siyasî û aborî xwe ji nû ve divejîne. Dema ku çareseriya pirsgirêka Kurd a siyasî pêş bikeve, civakeke nû a vekirî û demokratîk a têrvejen (tijî enerjî) li Kurdistanê were afirandin, nasnameya Kurd, beriya her tiştî zimanê Kurdî ku bi sedsalan e hatine çewsandin, bi hemû delalî û zerafetên xwe ji nû ve vedijenin û di rojeva cihanê de cihê xwe digirin. Gelê Kurd tam li vir dikare roleke girîng bide ser milê xwe. Gelê Kurd, eger li çanda xwe, kevneşopiyên xwe û zimanê xwe xwedî derkeve, wan bijî û pêş ve bixe, wê çaxê dikare di rojeva çareseriya pirsgirêka Kurd de cihê xwe bigre. Bi zimanekî biyanî, bi çandeke biyanî û dîrokeke biyanî civakeke bijûn nayê afirandin. Ev yek ji bo civaka Kurd jî heman tişt e. Ji bo vê yekê em wek rêveberên kursê, projeya ku me bi navê „Hîn bibe û bide hînkirin“ destpê kiri bû û navber dabû yê, diwazin ji nû ve bidin destpê kirin. Di vê bingehê de, her kesên ku dixwazin tevlî van kursan bibin, vexwendîne”.
Di derbarê şert û mercên kursê de rêveberiyê ev agahî dan: “Ders di her rojên yekşemê de, saet di navbera 13:00 û 18:00’an de wê pêk be. Ji Cotmehê û pê ve kursên herêmî wê dest pê dikin, da ku namzêtên hîndekariyê karibin piratîka xwe pêş bixin. Kurs wê li hInstîtûta Kurdî li Kölnê (Vogelsanger Str. 10, 50823 Köln) bê dayîn. Mamoste û berpirsiyarê kursê jî Fevzi Özmen e. Bi taybetî xwendekarên ku di zanîngehan de, di beşên mamostetiyê(pedagojiyê) de dixwînin çêtir tên girtin/tên tercihkirin. Yen ku dixwazin tevlî van kursan bibin, divê kêmtirîn zanibin bi Kurdî baş bixwînin, baş binivîsînin û baş biaxivin. Ji bo serîlêdan û pirsan, beşdarvan dikarin bi rêka edresa elektronîk a Kurdisch.lernen.lehren@hotmail.de berfirehtir agahiyan bigrin“.
EVÎN AKSOY