Gera heyêta KCD û BDP’ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê bidawî bû. Di hevdîtinên bi nûnerên rêxistinen sivîl û partîyen sîyasî yen Herêma Federal a Kurdistanê de peyamên yekîtî û lidarxistina Konferansa Netewî ya Kurdistane derket pêş.
Heyeta KCD û BDP’ê ya ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Hevserokên Giştî yên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak pêk dihat piştî li navçeya Dukanê ya Silêmaniyê bi Serokomarê Îraq Celal Talabanî re hevdîtin pêk anîn vegeriyan Hewlêrê. Heyeta KCD û BDP’ê li Hewlêrê jî bi gelek nûnerên rexistinen sivîl û partiyên Herêma Federal a Kurdîstanê re li Otela Şeroton civîyan. Heyeta ku seat di 21:00’an de gihîşte Otêla Şerotonê berê bi nûnerên partî û rexistinen kurd ên Sûrîyeyê re civîyan. Di civînê de li ser giringîya yekîtiya neteweya kurd sekinîn û diyar kirin ku ger çareseriya kurd li Bakûrê Kurdistanê pek neyê dê li tu parçêyen din çareserî pêk neyê.
Heyetê bi Berpirsyarê Peywendiyen Derwa yê Partiya Komînîsten Kurdistan Mihammed Şexan, Endamê Peywêndiye Umîd Mihammed û çend endamên din yên Partîya Komînîsten a Kurdistan re rûniştin. Mihammed Şexan di civînê de bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurd û çareseriya pirsgereka kurd û wiha got: „Heta li Bakur pirsgirêka kurd çareser nebe li parçeyên din çareserî çênabe. Divê berî her tiştî li Bakur pirsgirêka kurd çareser bibe û kurdên li perçeyên din jî alîkariyê bidin kurdên vir. Em hatina we ji bo yekîtiya kurdan girîng dibînin. Em hêvî dikin ku ev ger dê bibe sedema lezgîniya kongreya neteweyiya kurdan.“ Piştî axafina Şexan Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gulten Kişanak jî axivî û wiha got: „Em jî weke we hêvî dikin ku demek zûtîrin kongreya kurdan pêk bê û kurd bibin yek.“
Heyet pişt re bi nûnêren Partîya Zahmetkêşen Kurdistanê re civîyan. Di civîne de Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî li ser rêwşa kurdên Tirkiyeyê agahî dan û wiha got: „Em dibejîn mafê kurdan azadiya kurdan e, lê dewleta tirk ji dibejê ‘Yek netew, yek al, yek ziman û yek dewlet’. Ji ber wê yekê jî pewîstî bi yekîtiya kurda heye. Yekîtiya kurdan a li hemû perçeyên din dê bandora xwe li dewletên dagirker bike. Li Îranê rêwş ber bi gûhartinekê we diçê. Li Sûriye jî rêwşa kurdan ber bi başbûnê ve diçe. Lê lazime kurd pir hişyar bin û peşwaçûnên dîrokî ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bikar bînin. Ev firsendeke dîrokiye“

‘Konferansa Netewewî ya Kurdistan armanca me ye’

Heyet pişt re bi Sekreterê Yekîtiya Netewên Demokratên Kurdistanê Gaffûr Maxmur û Endamê Komîteyê YNDK’ê Qaxir Tahîr re civîyan. Di rûniştinê de Hewsêrokên KCD’ê Tûglûk û Turk derbarê zîyarêta Herêma Federal a Kurdistan de agahî dan. Pişt re Gaffûr Maxmur axivî û wiha got: „Em bi hatina we pir keyfxweş in. Helwesta me helwestek neteweyiye. Karên ku hûn li Bakûre Kurdistanê dikim me pir dilxweş dike. Ev gavên ku hûn diavêjin gavên pir giringin. Çimkû kurdê herî zede hem di milê erdnîgariyê de hem jî di milê jimarî de li Bakûre Kurdistanê ne. Ji ber wê yekê tiştên ku li gel we çedibin bandora wan pir mezin in. Pêşvêçûnen her çar parçê êdî bandor li ser hev û du dikin. Em jî lazime weke tevgerên kurdan wan tiştan ber çawan bigrin. Ya tiştê herî giring ev e ku em têkilîyen bi dewletan re çedikin herî zede bi hevre çêbikin dê baştir bibe. Ji bo wê jî Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê armanca me ya yekeme. Lazime demek zûtirîn de em vê konferansê pêk bînin.“
Heyeta KCD û BDP’ê herî dawî bi nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê re rûniştin û derbarê pêşveçûnên dawî û lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê de agahî dan û nîqaş kirin. Di niqaşan de giringiya yekîtiya kurdan derket peş û bang hemû nûneren rexistin û partiyen kurdan hatin kirin ku bo lidarxistina konferansê bikevin nava liv û tevgerê. Heyet piştî hevdîtinan bi balafirê vegeriyan Tirkiyeyê. 

Rexistinên sivîl rêwşa Ocalan pirsîn

Serokê Konfederasyona Rexistinên Sivîl a Herêma Federal a Kurdistanê Ednan Enver Beg û gelek nûnêren rexistinên sivîl tevlî civînê bûn. Di civînê de Ednan Enver Beg taybetî rewşa Rebêre PKK’ê Abdullah Ocalan ji Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk pirsî. Tûglûk jî der heqê rêwşa Ocalan de agahî dan nûnêren rexistinên sivîl û wiha got: „Mirov gava rewşa Birêz Ocalan temaşe dike bi rastî di rewşeke ku tu kesên din ranake û bi îradeyek xurt radike û di berxwe dide. Ji bilî wê yekê rojevê dişopîne û peşîya kurdan bi nêrîn û nirxandinen xwe vedike“ Adnan Enver Beg, derbarê kampanyayê piştgirîya bo gelen Wanê jî agahî dan Tûglûk û bo alîkarî bigîhijê destê gelê Wanê jî agahî ji Tûglûk girtin.


DÎHA/HEWLÊR