Straneke hunermendê bi nav û deng Aram Tîgran heye dibêje; “Ey wax li min hey wax ev çi dinya ye”. Bi rastî jî ev çi dinya ye. ‎Ne exlaq, ne wijdan,  ne heq û ne edelat lê heye. Bûye dojeh ji bo mirovên mixalif û azadîxwaz. Enkîdoyên vê serdemê xwe kirine xweda û ti mafê jiyanê ji bo civakan nehiştine û nahêl in. Niha mijara her kesî ew e ku qaşo wê civakên xwe ji vîrûsa korona çawa biparêzin. A rast derdê wan ne parastina mirovan e, derdê wan ew e ku bê wê çawa karibin ji vê rewşa sûd wergirin û pergala xwe biparêzin. Li ser jiyana mirovan bazirganiyê dikin. Derd û kola wan perjewandiyên wan in. Ger bi rastî xema wan xelk be gelo çima endama Grûp Yorûm Helîn Bolek jiyana xwe ji dest da? Daxwaza Hêlîn Bolek û hevrêyê wê Îbrahîm Gokçek çibû? Wan xwest zextên li ser Grûp Yorûm bi dawî bibin, endamên wan ên girtî bên berdan, biryarên girtinê yên der barê endamên wan de û qedexeyên li ser konserên wan bên rakirin. Wan bi biryardarî ji desthilatdariya siyasî xwest ku ev daxwaza wan pêk were da ku xebatên xwe yên çand û hunerî bi awayekî azad bimeşînin. Ji lewma ketin greva birçîbûnê. Lê weke gelek daxwezên din ji rêzê nêzî vê çalakiyê jî bûn. Ji ber vê yekê çalakiya jina berxwedêr Hêlîn Bolek bi mirinê bi encam bû. Rûyê rast yê hikumeta AKP’ê ya li hemberî mirina Hêlîn careke din teşhîr bû. Bi rastî daxwaza wê-wan bêyî ku encameke wiha xemgîn bi xwe re bîne nedikarî bê qebûlkirin? Çi bû daxwaza wê? Wê tenê dixwest kilamên xwe azad bibêje. Ji bo zêdetir xwe bigihînin heskiriyên xwe, êş û derdê gelê xwe bi kilamê xwe bîne ziman qadeke azad dixwest. Ji bo wê jî Hêlînê tam 288 rojan bi bedena xwe li dijî vê zîhniyeta înkarê li ber xwe da, lê kesekî guh neda daxwaza wê û hevalên wê. Wê baş dizanî ku ev pergal bi hezarên salaye li ser vî gelî siyaseta înkar û îmhayê daye meşandin û hîn jî dimeşîne. Ji lewma baweriya xwe bi soz û biryarên wan neanî û berxwedana xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe dewam kir. Encam bi êş bû lê daxwaza wê ya milyonan e. Ew ne tenê nûnera koma Grûp Yorûm bû, lê ew bû dengê berxwedana hemû gel û jinên li azadiyê digerin. Ew bû hevala sondxwarî li dijî pargala ku dibe sedama mirina mirovan. Sewt û lorîna dayika Hêlîn ya li ser canezeyê keça wê wijdanê mirova dihejand. Ma gelo ev qîrîna çendan dayikan e ku em li vî welatî dibihîzin. Êdî ti dil û mejî xwe li ber van qîrîna ranagire. Bêguman ev gotina min ji kesên xwedî hest û wijdan re ye. Yên ku para xwe ji vê rûmet û kerametê negirtine ji xwe nikarin bahsa exlaq û wijdanê jî bikin. Û yên dibin sedema mirina Hêlînan jî ew bi xwe ne. Niha li seranserî cîhanê ji ber berbelavbûna vîrûsa korona rewşeke awarte heye. Bang li civakan dikin û dibêjin; “Ger ku hûn ji xwe, ji malbata xwe û ji mirovahiyê hez bikin, wê demê xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin.” Ger bûyerên weke ya Hêlînê li ber çavê me neqewimin dibe ku gelek ji me bêjin ewçend hewildanên van bêbexta ji bo me ne. Lê bawar bikin ku ew ne ji bo berjewendiyên xwe bin, yek gavekê jî ji bo mirovan navêjin. Bi van qaşo tevdîrên wan re em dibînin bê çawa rojane şîdeta nava malê zêde dibe. Mesala aborî bûye derdê ser derdan. Malbat û cîran dikarin alîkariya hev bikin, li hev xwedî derkevin û moral bidin hev. Bi vê vîrûsê dixwazin tiştên herî baş yên civakan ji holê rakin. Dixwazin tişta ku bi şer, kuştin û talanê nekirine bi vîrûsê bikin. Lazime mirov di vê pêvajoyê de gelek baldar be. Di vê demê de tişta ku me ji vê felaketa mirovî biparêze hevgirtin, hêz û moral dayina hev e. Meqseda rast a hikumeta AKP û MHP'ê di mesala girtîgehan de jî heman tişt e. Heta niha li dijî vîrusa korona ti gaveke pêwîst neavêtine, ger gavekê bavêje jî, ne ji bo her kesî ye. Di parastina jiyana mirovan de jî newekheviyê dike. Ji bo vîrusê yasaya înfazê derdixe, lê girtiyên siyasî li derveyî yasayê tên hiştin. Li vîr jî hêlwêsta xwe ya dijminatiya li Kurd û demokratan bi awayekî zelal diyar dike.