Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyeyê Kofî Annan pêşinyar kir ku hikûmeteke yekitiya neteweyî li Sûriyeyê were avakirin ku di nav de alîgirên Serokê Sûriyeyê beşar Esad û muxalif jî hebin da ku veguhestineke siyasî li Sûriyeyê pêk bê. Li gorî hin dîplomatên rojavayî her wiha gotin ku di vê pêşinyara Annan de navên siyasetmedarên ku nayên qebûlkirin û nakokî û astengiyan derxînin dê di vê hikûmetê de cih negirin.
Tê payîn ku ev pêşinyara Annan di civîna Navneteweyî ya ku dê 30 hezîranê li Cenevreyê pêk bê were goftûgokirin. Di vê civînê de dê Rûsya, her çar welatên endamê dayimî yên Neteweyên Yekbûyî û hin welatên Rojhilata Navîn tevli vê civînê bibin.
Li gorî dîplomatan ev pêşinyara Annan ku navên nakokî li ser beşdarbûna wan a hikûmetê heye dibe ku ji bo serokê Sûriyeyê Beşar Esad hatibe danîn. Her wiha tê gotin ku Rûsyayê jî ev plana Annan a ji bo veguhestina siyasî dipejrîne û hemû welatên endamên dayimî yên Neteweyên Yekbûyî jî dê vê planê bipejrînin.
Bidawîkirina tundiyê
Her Kofî Annan roja çarşemê bang kiribû ku civîneke li ser asta wezîran li Cenevreyê bê lidarxistin bi armanca bidawîanîna li tundiyê û bicihkirina aramniyê ji gelê Sûriyeyê re were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Annan got ku wî bang li wezîrê karê derve yên welatên endamên dayimî, Ingilîstan, Fransa, Çîn, Rûsya û Amerîkayê kiriye kut evli vê civînê bibin. Di daxuyaniyê her bang li welatên mîna Tirkiye, Yekitiya Ewropayê, Iraq, Kuweyt û Qterê heye lê behsa Îran û Siûdiya Erebistanê nehatiye kirin.
Tê hêvîkirin ku ev hewldana Annan bibe sedema lihevkirina van hêzên sereke û ew bibin xwedî yek helwest da ku li ser hin xalên bingehîn li hev bikin û bi hevre tevbigerin.
Îdîayê Reutersê
Li gorî nûçeyekê ku di ajansa Reutersê de hatiye belabvkirin ku berpirsên Ajansa Sîxuriya Amerîkayê CIA`yê dibêjin ku, çendîn efser û leşkerên artêşa rêjîma Sûriyeyê ji nava artêşê veqetyane jî lê hîna ew çembera nêzîkî Serokê sûriyê Beşar Esad hevgirtî ye û wê ev şer dem dirêj berdewam bike.
=Berpirsekî CIA ku nexwestiye navê xwe aşkira bike got ku: Çembera ji Beşar ve nêzîk û çembera derdora wî jî hîna weke xwe ye û piştevaniya rêjîmê û Esad bi awayekî mezin dike.
Her weha hin berpisên sîxuriya (istixbarat) Amerîkayê gotin ku, ew cudabûn û veqetiyana ji hêzên Esed çê dibe di nava astên jêr û navend de ye û hejmareke gelekî kêm ji efserên paye bilindin. Lê bê ku hejmareke belî bidin diyar kirin.
Wan çavkaniyan aşkara kirin ku Rûsya hin çekên berevaniya asmanî yên pêşkeftî dane hêzên Sûriyê ku di nav de helîkopterên êrişê jî hene, her weha Êran û Hizulah jî bi çekên bi çûk û cebxaneyê û amêrên li dijî xwenîşanadanan û peran alîkariya rêjîma Sûriyê dike.
Ji aliyêkî din ve CIA dibîne ku rêjîm nikara opozisyona Sûriyê tune bike û rêjîm êdî berve xwar ve diçe.
ŞAM