KCK: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mîna şîrê dayikê helal e. Ji bo vê, divê zarokên Kurd, ciwan, mamoste û gelê me yê welatparêz li her derê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê bike.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê a got: “Perwerdehiya zimanê dayikê mîna şîrê dayikê helal e. Ji bo vê di serî de divê zarokên Kurd, ciwan, mamoste û gelê me yê welatparêz li her derê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê bikin.

Komîteya Perwerdehiya KCK’ê ya bi boneya perwerdehiya sala nû ya xwendinê li Tirkiyeyê, peyamek weşand û got, “Zarok û ciwan siberoj û temînata civakan e. Civakên ku nikaribin siberoja xwe biparêzin, nikarin hebûna xwe jî biparêzin. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya nêz, nimûneya pir bi êş a vê rastiyê ye. Dîrokên nijadperest û dagirker ên Komara Tirk, Îran, Rejîma Baes a Sûriye û Iraqê di heman demê de dîroka qirrkirina fizîkî û çandî ya Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Îro jî li ser gelên Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî-Keldanî; her wiha li ser baweriyên weke Êzidîtî, Elewîtî, Yarsanî qirrkirina çandî, cih bi cih jî qirrkirinên fîzîkî bê navber têne meşandin. Bi taybetî jî bi rêya perwerdeyê, li dibistanên rejîmên qirrker bişaftin û mêtingerî li ser gel û civaka me tê ferzkirin.”

Gaveke mezin û watedar

KCK´ê heta roja îro dewamkirina vê siyastê û pêkanînên wê bi bîr xistin û got, têkoşîna bi PKK´ê destpêkirî bendek li ber vê siyasetê daniye. Di vê çarçoveyê de jî PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêya vegera li xwe hat bi nav kirin. KCK´ê nexasim jî destketiyên li Rojava bi bîr xistin û wiha dewam kir: “Niha li Kurdistanê bi milyonan zarok û ciwanên Kurd, Ereb, Suryan bi ziman û çanda xwe; li dibistanên xwe yên azad, ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerde dibin. Li hemberî pergala qirrkirinê çiqasî kêmasiyên xwe hebin jî, ev ji bo civak û zarokên civakên Kurdistanî gaveke pirr mezin û bi wate ye.”

Weke şîrê dayikê helal e

Di daxuyaniyê de KCK´ê bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê doh serdema nû ya dibistanan dest pê kiriye û wiha dewam kir: “Sîstema perwerdê ya dewleta Tirk a xwe dispêre înkar, îmhayê hemû mafên çandî-neteweyî yên gelê Kurd û neteweyên din napejirîne û yekrengtiyê li ser wan ferz dike. Li hemberî vê jî pêwîst e ku di serî de zarok, ciwan, mamoste gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk li hemberî vê feraseta nijadperest û faşîzan bisekine û protesto bike. Mafê perwerdeya zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê helal e û pêwîst e ku zarok, ciwan, mamoste û gelê Kurd ê welatparêz li her deverê daxwaza mafê perwerdeya zimanê dayîkê bike.”

Her mal û kolan divê bibe dibistan

KCK´ê îşaret bi perwerdeya alternatîf jî kir û got, “Pêwîst e ku her mal, kolan, baxçe û binê her latekê bê veguherandinî dibistan, fêrgeh û akademiyan.”

 

ANF/BEHDÎNAN