Li eyaleta Elmanyayê Bremenê, Partiya Çep (Die Linke) ji bo amadekariyên hilbijartinên parlamenê û yên cihî yên li eyaletê yên 26´ê Gulanê, kongreya xwe ya amadekariya hilbijartinan kir. Ji bo hilbijartinên bê yên Meclîsa Federal a Elman, Mazlum Koç namzetiya xwe ya ji Partiya Çep eşkere kiriye. Wî di vê kongreyê de pêşnûmayek da elaqedarî grevên bêdem û nedorveger.
Mazlum Koç ê ku di heman demê de di rêveberiya eyaletê ya Partiya Çep a Bremenê de cihê xwe digire, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê ya ku bi hezaran kes ketinê û delegeyên li kongreyê agahdar kirin. Wî got, Leyla Guven ev bêhtirî 150´î rojî ye di grevê de ye, ya Nasir Yagiz a li hewlêrê hin dik maye bigihîje 140 rojî, ya li hepsan ketiye roja 114´an a li Strasbourgê jî ketiye roja xwe ya 113´an. Koç di xîtabe xwe de banga xwedîderketina li daxwaza çalakgeran kir.
Mazlûm Koç ê ku bavê wî Yuksel Koç (Hevserokê KCDK-E´yê) jî li Strasbourgê ev 113 roj in di greva birçîbûnê de ye, pêşnûmaya xwe pêşniyazî kongreyê kir û ev pêşniyaz hat qebûlkirin. Di danezana encamê ya kongreyê de wiha vê desteka ji grevên birçîbûnê cihê xwe girt:
* Daxwaza sereke ya Grevên birçîbûnê yên bêdem û nedorveger ên bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kirî, daxwaza me ye jî. Rewşa siheta çalakgeran êdî di asteke bi tehlûke de ye. Em ê weke Partiya Çep ji bo ku dawî li tecrîdê bê anîn, hewldanên pêwîst bikin. Di serî de bi rêz Abdullah Ocalan tecrîdkirina girtiyên siyasî binpêkirina maf û azadiya mirovan e.
* Partiya Çep ji bilî vê daxwazê, wê pitgirê wan parlamenter û şaredarên HDP´ê, û girtiyên siyasî be yên ku bi neheqî di hepsê de ragirtî ne. Em dixwazin ku hilbijartî û girtiyên siyasî tavilê bên berdan.
Di kongreya amadekariyê de hevserokên Partiya Çep a eyaleta Bremenê Felix Pithan û Conny Barth, Berpirsê maliyeya Partiya Çep a Bremenê Bremen Sol Parti Maliyesinden sorumlu Birgit Menz, berdevkê Bremen Solid Neustadtê ûendamên rêveberiya Bremerhavenê jî amade bûn.
BREMEN