
‘Kurdî zimanê fermî ye’
Cambaz, ser pir zimanî ye ku wêlatên din ten bikaranîn agahiyan da û got: “li Rojhilata Navîn gelek ziman hene le bele deshilatên vir nahêlin zimanên din di nav zagonên wan de cih bigre” Cambaz ji bo fêrmî buyîna zimanê kurdi de ev tişt gotin: “Lazime zimanê kurdî jî di zagonên dewletên Rojhilatê cîhê xwe bigrê. Bi herdû zimana karên fêrmî pek ben û serî de sond xwarin, hemû karên fermî bi dû zimanan pek ben. Be zanîn ku mesela ziman mesalakê ewlekariya netewiyê. Ji bo ve yekê jî li Herêma Kurdistana Federal karên ku ten kirin bi zimanên Kurdî ben kirin. Şirketên ku livir kar dikin bi zimanê kurdî karê xwe peş bixin” Nerîman Ebdulla jî bo rojên giring ya kurdan ev tişt anî ziman: “Lazime ev rojên kurdan yen giring wek rojên fêrmî ben nasîn” Ebdulla wiha pê de çû: “Bele gav ji bo Kurdî hatiye avîtin le bele ev gav ji bo berjewêndiyên Kurdan tu encam negirtiyê û dijî kurdan pek hatiye”
15 Madeyên ku hatin erê kirin
Piştê axaftinan niqaş hatin kirin. Demek şunde jî encamên ku derketin hole ji bo jimartin û êrekirine aşkere kirin. 15 madêyên ku di encama konferansê de derket hole bi piraniya rêyan hatin erê kirin.
1)-Konferans daxwaz dike ku hemû dem û dezgehên peywendîdar projeya qanûna zimanî amade bikin û peşkêşê parlementoya Kurdistanê bikin ku bibe qanûn.
2)- Civata Bilind ya Zimanê Kurdî ji hemû diyalektên zimanê Kurdî yên hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê ku ji 20 endaman pêkhatî, çar sala carekê bêne guhorîn û bi qanûnekê bê organîze kirin û sebixwetiya we hebe.
3)- Ferhenga Kurdî, Kurdî ya jî zaravayên Kurdî pêkhatî bi du alfabeyên Erebî-Latinî bê dayîn û hukûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya vê projeyê bike.
4)- Kar û xebatên zanistî, ronakbîrî, perwerdeyî û ragihandinê eta ku çareyeke yêkgirtina alfabeya kurdî bê ditin bi herdu alfabeyan bêne kirin.
5)- Dem û dezgehên zanistî, akademîkî û ranakbîrî yên Kurdistanê rê li ber lêkolînên zanistî yên diyalektên zimanê Kurdî xweş bike.
6)- Cihê cagrafî ye Duhokê ji aliye zaravayên Kurdî ve wisa dixwaze ku bibe sentera kar û xebatên bi gihştî zimanî.
7)- Zimanê Kurdî di hemû karûbarên bazirganî, reklam, turîzmê de serekeyî bi kar bê û bi taybetî lewha û tabloyên ceda û dem û dezgahan bi Kurdû be.
8)- Zimanê Kurdî di destûra Iraqa Federal da ligel zimanê Erebî fermî ye û divê li nav Iraqê û têkiliyên derveyî Iraqê da bi kar bê.
9)- Daxwaz dikin, dewleta Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê zimanê Kurdî di destûrên xwe da Fermî bikin û perwerdehiya bi zamanê Kurdî bikine nav sîstemê perwerdehiya dewletê.
10)- Kar bê kirin ku zimanê Kurdî wekî zimanên din bikeve nav tora kûmpîturê û teknolojiya giştî.
11)- Medya Kurdî programên taybetî yên zimanî bi herdu alfabeyan amade bikin û biweşînin.
12)- Komîtêyek bê hilbijartin ku pêşniyar û tavsîyeyên konferansê bêne bi cih kirin.
13)- Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî bi çavdêriya Wezareta Rewşinbîrî û Ciwanê salane Pêkbê.
14)- Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî xwezyarê ku Konferansa Yêkitiya Neteweyî ya Kurdisatanê pêkbê.
15)- Komîtêyen ku karên konferansan peşbixe bi wan navan pêktên. Nûnerê Wezaretê, Dr. Yusuf Şerîf, Rojan Hazim, Segvan Cemîl, Dr. Bekîr Umer û kesen ku ev komîte bijmerê.
Piştê deklerasyonê Zana Ferqînî, bi sitranên Kurmançkî û Kirmançkî konserek biçûk da beşdarwanan. Ji bo raginandinen din daxuyanyek çapemeniye dê were dayîn.
DÎHA/HEWLÊR