Piştevaniya Liseyiyan a Dêrsim, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a bêpere, zanistî û bi zimanê dayikê ku dabûn destpêkirin ji Parka Seyîd Riza heta ber navenda PTT'ê meşek pêk anîn. Di meşê de pankarta, "Perwerdeya bêpere, zanistî û bi zimanê dayikê" ku hat vekirin dovîzên, "Em nabin hêza karên erzan" û "Ne ji şer re ji pewerdeyê re butçe" hatin higirtin.
Zengîn bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û got ku heqê her kesî ye yê di dibistanên dewletê de dixwîne, bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Xwendekaran paşê hezar û 500 îmzeyên di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a bêpere, zanist û bi zimanê dayikê de kom kirine ji postaxaneyê şandin Meclîsê. Çalakî bi çepikan dawî bû.
DÊRSIM