Li 9’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê standa Weşanxaneya Aramê li hejmara 802/A ya fûarê rastî eleqeyek mezin tê. Xebatkar û edîtorê Aramê Mehmet Çakmak got ku herî zêde pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên derbarê xweseriya demokratîk de eleqeyê dibînin.

9’emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovaya Edeneyê ya ku ji 9’ê Çileyê ve li dar e, berdewam dike. Di fûarê de standa Weşanxaneya Aramê rastî eleqeyeke baş tê.   Edîtorê Aramê Mehmet Çakmak da zanîn ku di bi sedan pirtûkên Tirkî û bi dehan pirtûkên Kurdî tevli vê fûarê bûne û di vê fûarê de jî pirtûkên Kurdî rastî eleqeyek mezin tên. 


Pirtûkên Ocalan 

Çakmak derbarê pirtûkên ku herî zêde rastî eleqeyê tên û tên pirsîn de ev agahî dan: “Xwendevan herî zêde li standa me pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dipirsin û dikirin. Ligel parêznameyê Ocalan seta Akademiya Zanîsta Civakî tên kirîn. Xwendekar jin û ciwan jî bi taybetî 3 cîldên ji pirtûka Sakîne Cansiz a ‘Jiyana min her şer bû’, pirtûka Destpêka Jîneolojiyê dipirsin û distînin. Wekî tê zanîn beriya Destpêka Jîneolojiyê, seta Nîqaşên Jîneolojiyê derketibûn. Dê ev xebatên derxistina pirtûkên jîneolojiyê berdewam bikin.” 


Pirtûkên xweseriyê

Çakmak diyar kir ku gelek hemwelatiyên Tirk tên pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kelecaneke mezin dipirsin û dikirin. Her wiha Çakmak got ku li gel parêznameyên Ocalan xwendevan pirtûkên derbarê xweseriya demokratîk de hatine nivîsandin jî dipirsin, dikirin û derbarê xweserî û xwerêveberiyên cewherî de dixwazin agahiyan bigirin. 

Çakmak got ku eleqeyeke taybet jî ji bo pirtûkên Kurdî heye û herî zêde jî pirtûkên bi zimanê Kurdî yên zarokan tên pirsîn û firotin. Çakmak dazanîn ku seta pirtûkên zaroka rastî eleqeyeke taybet a malbatan tên û malbat ji bo zarokên xwe vê zetê dikirin.



EDENE/ENQERE





10’emîn Fûara Pirtûkan a Enqereyê 


10’emîn Fûara Pirtûkan a Enqereyê di 8’ê Çileyê de li Navenda Congresiumê ya Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê bi merasîmekê hat vekirin. 

Li 10’emîn Fûara Enqereyê bi tenê Weşanên J&J’ê wekî weşanên Kurdî beşdar bû. Dîsa Weşanxaneya Evrensel jî bi pirtûkên Kurdî li fûarê ye. Pirtûkhez û xwendevan roja yekemîn û roja duyemîn bi baldariyê geriyan û li standan pirtûkan raçav kirin. Li fûara Enqereyê bi tenê Weyanên J&J’ê wekî weşanên Kurdî beşdar bû. 

Berpirsê weşanên J&J’ê Azad Zal diyar kir ku cara  yekemîn e ku tevli fûara Enqereyê dibin û ji ber şerê tund ê li Kurdistanê, dagirkerî û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê ew bi dilşkestî beşdarî fûarê bûn e û wan ji ber vê rewşê danasîn û reklamên xwe jî nekirine. Jiber wê jî gelek xwînerên Kurdî pê nehesiyane ku ew li Fûarê ne.


Daxwaza pirtûkên zarokan yên Kurdî

Berpirsê Weşanên Evrenselê Burhan Coşar jî li ser rewşa fuarê wiha got: “Em her sal beşdarî vê fuarê dibin. Ji ber ku li Enqereyê bi tenê fûarek heye, bal û beşdarî baş e. Lê weşangerên Kurd û yên Kurdî kêm beşdar dibin. Mesela bi tenê Weşanên J&J’ê heye. Em jî pirtûkên Kurdî diweşînin, bal li ser pirtûkên Kurdî heye.”

Coşar got ku bi taybetî daxwaz li ser pirtûkên zarokan yên Kurdî hene, ciwan bala xwe didin ser pirtûkên teoriya sosyalîzmê, her wiha pirtûkên li ser zanistê û wêjeyê jî eleqeyeke baş heye. Coşar dazanîn ku ji ber 100’emîn Salvegera Komkujiya Ermeniyan wan hin pirtûk weşandine, eleqeyeke baş li her pirtûkên bi vî rengî hene lê digel van baldariyan, dilşikestîtî heye, ji ber rewşa Kurdistanê xwendevanên kurdî xemgîn in.