Kurt di pêşnûmeyê de bal kişand li ser pêkutiyên li ser Kurdî û wiha got:
- Ji bo armanca avakirina yekzimanî, astengkirina pêşketinên çandî ya civakeke duzimanî.
- Li gel daxwaza komeke ku zimaneke cuda diaxive, nedayîna mafên bikaranîna amûrên ragihandinê û dibistanên cemaweriyê.
- Li gel daxwaza komeke ku zimaneke cuda diaxive, redkirina xebatên çandî, hewldana jiyandinê û bi madî û manewî piştgirî nedan.”
Kurt xwest ku Kurdî jî di nav de ji bo ku hemû ziman û zarave ji aliyê nifşên pêşerojê jî bêne hînbûn şert û merc bên amadekirin û diyar kir ku mafên ziman ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî tê qebûlkirin.
Kurt di pêşnûmeya xwe de diyar ku madeya 3’yemîn a Danezana Gerdunî ya Mafên Mirovan a ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye mafê bikaranîna ziman dide her kesî û bi bîr xist ku di madeya 39’emîn de jî di têkîliyên bazirganî, ol, çapemenî, hemû cureyên weşanê û civînên vekirî de mafê bikaranîna zimanên cuda dide.
Kurt anî ziman ku di lêkolîna Şîrketa Lêkolînê ya KONDA’yê ya di 2006’an de derketiye holê ku li Tirkiyeyê ji sedî 84,5 tirkî, ji sedî 12,9 Kurdî, ji sedî 1,3 û ji sedî 1,1 welatî wekî zimanê xwe yê dayikê qebûldikin û wiha berdewam kir: “Kurdî, erebû. lazî, suryanî, çerkesî û zimanên weki van ên ku li Tirkiyeyê tên axaftin di qada cemaweriyê de tu piştgiriyê nabînin û li gel vê yekê jî wekî ‘zimanên dijîn’ xwe didomînin. Ev yek girîng e.” Kurt bi bîr xist ku li Tirkiyeyê Kurdî jî di nav de zimanên din bi salan qedexe bûn û îro madeya 25’emîn a Qanûna Çapemeniyê û TCK li hemberî azadiya ziman asteng in.
DÎHA/ENQERE