Di 1'emîn konferansa Şanogeriya Kurdî  de hate xwestin ku Yekîtiya şanogerên Kurd bê avakirin û sala bê konferansa Şanogeriya Kurd a Neteweyî pêk bê.

1'emîn Konferansa Şanogeriya Kurd" ku li Salona Şano ya Bajarê Mezin a Amedê 3 rojan berdewa kir bi encamnameyê bi dawî bû. Di konferansê de Endamê Enstîtuyua Şanoya Navneteweyî (ITI) Eberhard Wagner, Serokê Şanogeriyê yê Zanîngeha Haliçê Alk. Doç. Dr. Oguz Arici, Hîndekarê Beşa Şanogeriya Fakulteya Wêje û Erdnîgeriyê ya Zanîngeha Enqereyê DTCF'ê Sureyya Karacabey, Yeşîm Ozsoy Gulan, Şanogerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Çanda Cegerxwîn, Navenda Çanda Mezopotamya û Konservatuara Bajar a Aram Tigran jî di navde gelek şanoger amade bûn. Konferansê bi rêzgirtinê û bi fîlmêku ji kurteşonyên ku heta niha hatine lîstin dest pê kir.  Di Qonferansê de roja yekemîn bi taybetî "Tecrube û ceribandinên şanoyên biyanî û tecrubeya şanoya Kurdî, ya Bakur" hatin parvekirin.
Roja duyemîn de "Di şanoya Kurd de paşxaneyên çandî û têkîliya wê ya şanoya Kurd" hat nîqaş kirin, di nav wê nîqaşê de wek çavkaniya Kurd "mîtoloji, dengbêjî, destan, lîstikên gelerî, çîrokbêjî" hat desnîşan kirin, piştre jî "Pirsgirikên şanoya Kurd a îroyî û pêşniyarên çareseriyê" hate nîqaş kirin. Dîsa di navbera vê nîqaşê de li ser "Formên şanoyê, nivîskarî, lîstikvanî, werger, pirsgirikên zimên, perwerdehi, organîzasyon, şanoya zarokan, têkiliya çapemenî û şano û li ser arşîvkirina şanoyê" nîqaş hate kirin. Roja sêyemîn de jî "Têkiliya şano û siyasetê" û dîsa di nav wê nîqaşê de jî "Nêzikahiya Rêwebiriyên Heremî li ser Çand û Hunerî" hate nirxandin.

Şanogeran jî para xwe ji êrîşan girt

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku şanoya Kurd li Bakur, piştî bist salan di nav zor û zehmetiyê de li Stembolê li Navenda Çanda Mezopotamyayê tova Şanoya xwe avêtin û navê xwesteka xeyalên xwe jî kirin, Teatra Jiyana Nû.
Di encamnameyê de hate zanîn ku ji jêrzemînê piste pista xwe hêdî hêdî bilind kirin, ew newa derbasî kuçe û kolanan bû û wiha hate gotin: "Hîn kes ketin du wê newayê û baskê xwe bi aliyê çiyê we xistin. Hin kes jî şoreşkeriya xwe, bi berhemên xwe we, di nav gel de domandin. Bi zimanê qedexe, bi laşekî qedexe karên xwe yî şanoyê li her derî belav kirin. Çi dijiya dinîvîsandin, çi dinivîsandin dileyistin. Şanogerên Kurd carna li ser sehneyê dihatin binçavkirin carna jî sehneyê wan bi aliyê êrîşkeran we dihat mor kirin. Lê ev nedihat vê wateyê ku giyanê wan, laşê wan, hişê wan dihat mor kirin. "
Di berdewama encamnameyê de bal kişandin ser gotina Ebdurrehim Rehmi a "Şanoya Kurdan Fazîleta Kurdan e." û wiha hate gotin :"Em hêza xwe ji wî digrin. Îro Şanoya Kurd pêdîvî bi pênasekirina nasnameya xwe ya bi Kurdî dibîne û ceribandina xwe ya 20 salî tîne ber çavên xwe, li ser wan nîqaşa dike û dinirxîne. Loma jî pêdivî bi darxistina Konferansa Şanoya Kurd dît.
Li gel wan pêşniyaran, ji bo yekîtiya şanogerên Kurd ji bo ku em destê xwe dirêjî hev bikin, em xeyalên xwe bi afirînin, dan û stendinên xwe zêde bikin , bi du çavkaniyên xwe bikevin, hêviyên xwe mezin bikin, bû gaveke pîroz.
Di rojava dawî ya qonferansê de, pêşniyarên plansaziyê hate parvekirin.

Peşnîyar û plansazî
Di encamnameya Konferansê de pêşniyar û plansaziya ku hate kirin jî cîh girt. Di nava biryarên hatin standin de ev xal derketin pêş:
-  Bila konferansame diyarî şehîdên şanoyê bên kirin.
- Bila muzeya şanoya Kurdî bê avakirin.
- Bila sala bê konferansa navneteweyî ya şano bê lidarxistin.
- Bila yekîtiya şanogerên Kurd bên avakirin.
-  Bila înîsiyatifa konferansê ji 7 kesan pêk bê.
- Bila listikên zarokan û drama afirînerî bê avakirin.
- Bila yekîneyê arşîv û lêklîna neteweyî bê avakirin. 

DÎHA/AMED