3'yemîn rûniştina Hatîp Dîcleyê ku parlementeriya wî hat xistin li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Dîcle û parêzerên wî tevlî rûniştinê bûn.
Dîcle di rûniştinê de axivî û got; "Ev 37 sal in ez li Tirkiyê siyaset dikim. Ji bo pêkûtî û astengiyên li ser nasname û zimanê Kurdî rabin ez ê vê xebata xwe bidomînim. Ez endezyarê înşîatê me. Xweziya problemeke bi vî rengî tunebûya û min karîba ez endezyariyê bikim, her wiha li dadgehên we nehatibam darizandin." Dîcle diyar kir ku di tu çalakî û axaftinên wî tundî tunebûye û wiha axivî: "Behsa mitînga Lîceyê dikin. Wê demê ez di girtîgehê de bûm. Ji mitîngê agahiya min hebû. Ji bo bê xwendin min jî ji bo Licê peyamek rêkir. Heke Kurd jî sazkarên vî welatî yên herî esas bin wê demê çawa dibe ku ev sazkar nikarin mafên xwe bikar bînin. Ez vê eykê fêm nakim. Tevî her tiştî ez dixwazim bi zimanê xwe yê zikmakî parastina xwe bikim."

Daxwaza parastina Kurdî hat redkirin

Dîcla li ser parastina xwe dîsa mafê axaftinê girt û wiha axivî: "Jixwe ez zimanê xwe yê zikmakî ango Kurdî dizanim. Heke dîsa daxwaza min a parastina bi Kurdî bê redkirin ji derveyî Kurdî ez ê tu zimanên din neaxivim." Heyeta dadgehê jî ev daxwaza Dîcle red kir. Daxwaza bila zanyar bê û wergerîne jî ji aliyê heyetê ve hat redkirin.
Parêzer Fethî Gumuş jî diyar kir ku mûwekkîlê wî dixwaze parastina xwe bi Kurdî bike û got; "Biryara redkirina daxwaza parastina bi Kurdî ne hiqûqî ye. Di zagona netewî de madeya 202 aşkera ye. Di vê madeyê de şertê tirkî zanîn an nezanîn, Kurdî zanîn an nezanîn nehatiye diyarkirin." Parêzer Ferîde Laçîn jî anî ziman ku bi hinceta mûwekkîlê wê tirkî dizane daxwaza parastina bi Kurdî hatiye redkirin.

Di girtekan de şiroveya sosret
Daxwaza Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut ku ji heman dozê tê darizandin a parastiya bi Kurdî jî hat redkirin. Di girtekan de jî wekî; "Bi zimaneke ji derveyî Tirkî bersiv da" cih girt. Daxwaza Zumrut a zanyar jî ji aliyê heyetê ve hat redkirin. Li ser vê yekê heyeta dadgehê derbasî biryarê bû. Lê di wê kêlîkê de Hatîp Dîcle rabû ser lingan û got; ev yek der-hiqûqî ye. Heyeta dadgehê Dîcle da rûniştandin.

Daxwaza zanyar hat redkirin
Heyeta Dadgehê beşa daxwaznameyê ya ji 5 rûpelan pêk dihat a tirkî qebûl kir, lê beşa Kurdî hatiye nivîsandin red kir. Parêzer Ferîde Laçîn îdîayên aramiya rûniştinê xira dikin bibîr xist û got; "Aşkera ye ku yê aramiya rûniştinê xira dike ne em in. Mûwekkîlê me bi Kurdî diaxive. Lê wekî zimaneke ji derveyî tirkî derbasî girtekan dibe. Ev zimanê ku hûn nav lê nakin ji aliyê 20 milyon mirovî ve tê axaftin. Ev yek heqaret e. Em daxwaza xwe ya zanyar dûbare dikin." Parêzer Gumuş jî divê êdî herkes peyva Kurdistanê qebûl bike.
Heyeta Dadgehê piştî navbereke Kurd daxwaza zanyar red kir û rûniştin taloqî 30'ê Adarê kir.

AMED