
Nûnera Amerîkayê ya Netewên Yekbûyî Suzan Rise got ku dem hatiye ji bo Konseya Ewlekariyê da ku hin gavên cidî li dijî Sûriyeyê bavêje. Rise anî ziman ku ew dê di demek nêz de civînekê bi hevalbendên xwe re lidarbixin da ku gava bê bi wan re bê goftûgokirin. Ji aliyekî din ve jî nûnerê Almanya yê Netewên Yekbûyî di heman çarçoveyê de anî ziman ku welatê wî nikare li hember kuştinên kul i Sûriyeyê çêdibin bê deng bimîne.
Li dijî Kurdan hevkar in
Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welît El Muelim,di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku biryara komkara Erebî ya derbarê ambargoyên li dijî Sûriyeyê hemû rê li ber çareseriyan girtiye û bersiva gelek pirsên rojnamevanan da.
Muelim di bersiva pirsa rojnamevanekî derbarê PKK de wiha diyar kir ku Hevpeymana Edeneyê ya ligel Tirkiyeyê hatibû morkirin berdewam dike û ragihand ku helwesta wan a li hemberî PKK’ê aşkere ye, ev helwest didome. Muelim, diyar kir ku wê hin şervanên li Lîbyayê şerê Qedafî dikirin, bi riya Tirkiyeyê bişînin Sûriyeyê.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mualim piştî biryara pêkanîna danekirinên aborî ya ji aliyê Komkara Ereban ve li hemberî Sûriyeyê hate dayîn, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Muallîm nerazîbûneke tund nîşanî vê helwesta Komkara Ereban da.
Ji ber sarbûna têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê yên di van demên dawiyê de, pirsa “Hevpeymana Edeneyê ya li hemberî PKK’ê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû morkirin, hatiye cemidandin an na” hate rojevê. Mûallîm di vê der barê de got; “Em dilsozê peymanên ku ji aliyê me ve hatine morkirin. Hevpeymana Edeneyê ya ku ligel Tirkiyeyê hatibû morkirin, didome. Rewşa me ya li hemberî PKK’ê heman e. Her çendî birayên me yên Tirk me birîndar bikin jî, lê ev yek aşkere ye.”
Mûallîm nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya “Temenê Sûriyeyê pir kêm maye” ya Wezîrê Karê Derve yê Franseyê Alain Juppé da.
Muelim der barê îdîayên ku dibêjin keştiyên şer ên Rûs jî ji bo piştgiriyê hatine Peravên Tartûsê jî de got; “Tu agahiyên der barê hatina keştiyan de tu agahî negihiştine me. Ez bawer nakim ku li dijî Sûriyeyê operasyon pêk bên. Ger tiştek wisa hebe em ê xwe bispêrin xwe û gelê xwe.”
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Muelim di daxuyaniya xwe de îdîayeke din anî rojevê. Muelim diyar kir ku bi riya Tirkiyeyê şervanan ji Lîbyayê dişînin Sûriyeyê. Muelim got; “Me agahî girt ku ji Lîbyayê hin şervan dişînin Tirkiyeyê û ji wir jî dişînin Sûriyeyê, hêvî dikim ku ev agahî ne rast bin.”
Vexwendin civîna YE’ê
Fransayê Tirkiyeyê vexwend ku beşdarî civîna Wezîrên Derve yên Yekitiya Ewropayê ya der barê rewşa Sûriyeyê de. Berdevê Wezareta Karên Derve ya Franseyê Bernard Valero di civînek a çapemeniyê de got; “Me ji bo rewşa Sûriyeyê Tirkiyeyê vexwendiye ku beşdarî civîna Konseya Karên Derve bibe.” Valero ragihand ku wê di civînê de biryara danekirinê ya welatên Komkara Ereban a li hemberî Sûriyeyê bêne gotûbêjkirin.”
Biryar protesto kirin
Bi armanca protestokirina biryara pêkutiyên Komkara Ereb a li dijî rejîma Beşar Esad, di serî de li paytext Şamê li piraniya bajarên Sûriyeyê bi deh hezaran kes daketin qadan.
Li meydana Sabaa Bahratê ya Şamê alên mezin ên Sûriyeyê û posterên Beşar el Esed hatin vekirin û dirûşmeya ‘Gel Beşar el Esed’ dixwaze hat avêtin. Televîzyona gelemperî ya Sûriyeyê dîmenên protestoya li Şamê belav kir û îdîa kir ku Komkara Ereb ji bo cîbicîkirina planên Rojava û Amerîkayê amûr û destikek e. Televîzyonê, bertek nîşanî pêkutiyên aborî yên Komkara Ereb da û tê de wiha hat gotin; “Ev biryarana hemû beşên Sûriyeyê hedef digirin”. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî SANA’yê xwepêşandanên protestoyî li herêmên Heleb û Hesekê jî pêk hatine.
PARÎS/ŞAM