Sazî û rêxistinên sivîl ên Wanê doh li hev civiyan û ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kir. Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgeha Tîpa F a Wanê doh roja xwe ya 64´an qedand.

Girtiyên siyasî yên li hepsa Tîpa F a Wanê ji bo zextan protesto bikin çalakî dabûn destpêkirin. Baroya Wanê, TÛHAY-DER, Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, Odeya Tabîban a Colemêrgê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê ya li Wanê û Platforma Hiqûqnasên Azad civîneke hevpar a çapemeniyê çêkir.

Her ku diçe zêde dibin

Serokê baroya Wanê, Zulkuf Ûçar di civînê de got, rewşa awarte û pêvajoya piştî wê polîtîkayên çewisandin û zextên li ser civakê li her deverê li dar e. Ûçar got, “Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî girtiyan her ku diçe zêde dibin. Weke ku ji raporên hatî weşandin, tesbîtan, û bûyerên di çapemeniyê de tê fêmkirin, girtîgeh bûne cihên ku tu kes nikare li wan bijî. Pêkanînên li girtîgehan ji mafê mirovan û rûmeta mirovan dûr in. Mînaka vê ya dawî li girtîgeha tîpa F a Wanê ye.”

Dest danîne ser nameyan

Ûçar got, girtiyên bi navê Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ji bo zext, çewisandin pêkanînên li girtîgehê protesto bikin di 17’ê Tebaxa 2018’an de ragihandibûn ku dikevin rojiya mirinê û wiha wiha qise kir:”Di hevdîtinan de Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim a bi parêzerên xwe re ragihandine ku ji roja dest bi grevê kirine û pêde rêveberiya girtîgehê ew xistine tecrîdê. Dîsa nameyên ku girtiyan ji saziyên mafê mirovan re hatî şandin rêveberiya girtîgehê dest danîne ser, her roj di ser hucreyên wan de hatiye girtin. Li hemberî girtiyên di rojiya mirinê de ku ketiye roja xwe ya 65’an, helwesta gardiyanên girtîgehê dijmirovane ye. Personelê girtîgehê anketên naveroka wê, ‘Li gorî we divê li girtîgehê kîjan xwarin bê çêkirin’ hatine kirin.”

Daxwazên çalakgeran

Ûçar daxwazên girtiyan wiha rêz kirin: “Divê demildest têlên direhî yên li ser hewşên hucreyan hatî danîn, bên rakirin û dawî li hişmendiya hucreyê ya li dijî mirovahiyê dawî bê anîn; di bin navê lêgerînê de sibe û êvar dawî li belavkirina hucreyên girtiyan bê anîn, pirtûk, rojname û çavkaniyên lêkolînê yên girtiyan ku tên desteserkirin demildest bên dayîn; her wiha nameyên ji girtiyan re tên û ne xwedî tu naveroka îdeolojîk û rêxistinî ne, bên dayîn.”

Pirsgirêkên giran ên tendirûstiyê

Ûçar wekî din got, li girtîgehê pirsgirêkên giran ên tendirûstiyê rû didin. Herî dawî jî Ûçar diyar kir ku ji bo rewşa Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim di serî de Wezareta Dadê, sazî û dezgehên pêwendîdar demildest gavan bavêjin û wan pêkanînan bi dawî bikin ku rê li ber rojiya mirinê ya girtiyan vekirine.

 

ANF/WAN