
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb li ser pêvajoya nû ya çareseriyê ku Ocalan dayî destpêkirin bersiv da pirsên ANF’ê û nirxandinên girîng li ser pêvajoyê kir.
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza Amedê de hat beyankirin û KCK’ê jî di 23’yê adarê bi îlankirina agirbestê bersiv da peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di wê demê de KCK’ê amadekariya xwe dikir ku hêzên xwe bikişîne dervey sînorê Tirkiyeyê. KCK’ê diyar kiribû ku ji bo vekîşandinê divê pêngav bên avêtin û gotibû divê di parlamentoyê de zagon bên amadekirin û li ser vê yekê nîqaşbên kirin, her wiha komisyonek ji kesên jîr û durist bê avakirin. Ev biryar didestpêkê de ji aliyê hikûmetê ve bi germî ne hat pêşwazî kirin. Di despêkê de hikûmeta Tirkiyeyê zext dikirin û digot, ev mijar ne pêwîste û digot, ev ne karê parlametoyê ye ev karê hikûmetê ye û wiha digotin: “Ger pêwîst bike dê hikûmet komisyonê ava bike. Di kombûna 25’ê adarê de hikûmeta Tirkiyeyê pêwîstî bi komisyonek bivî rengî ne dît û di 29’ê adarê de Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di bernameya taybet ya kanalek ya Tirkiyeyê de ragihand ku, pêwîste gerîla bê çek derbikevin derveyî sinor. Piştî demek zor hikûmeta Tirkiyeyê qebûl kir ku komisyonek bê avakirin û mijarê bibe parlamentoyê ev yek jî serkeftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û KCK’ê ye.”
Ocalan pêvajo da destpêkirin
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb destnîşan kir ku, ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin û wiha got: “Bê gûman em Kurd di şer de serkeftîne her wiha ev diyalog jî encamên serkefitina vî şerîne. Niha jî gelek dilsozên KCK’ê dibêjin divê ku KCK di vê pêvajoyê de hişyar be û baweriya xwe bi dewleta Tirkiyeyê neyîne. Divê demê de KCK’ê daxuyaniyên girîng da raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê. Bivê yekê agirbesta yek alî ji bo aştiyê zemîn daye avakirin. Bivê daxuyaniya xwe top avêtiye nava saheya Tirkiyeyê. Vê yekê dewleta Tirk xistiye nava du riyan û berpirsyartiyeke dîrokî. Ger ku Tirkiye bersiv nede û dawî li şer neyne dê dewleta Tirk bibe berpirsê berdewamkirina şer. Dema ku dawî li şer ne anîn wê demê dê gelê Kurd û KCK pêngavên girîng biavêjin û ew jî dê xebatên xwe yên ji bo şer bi hêztir bikin. Ger ku bixwazin ev şer bi dawî bibe pêwîste bersiva daxwazên KCK’ê bidin û erkê xwe yê divî alî de bînin cih. Vê jî zextek mezin li ser dewleta Tirkiyeyê çêkir. “
Divê daxwazên KCK'ê pêk werin
Xerîb di derbarê daxwazên KCK’ê yên di parlementoyê de zagon were çêkirin jî nirxandinên xwe kir û diyarkir ku, “Ev daxwaz daxwazên bi maqulin. Ne daxwazên wisanin ku di nava dewletekî ku xwe weke dewleta yasayî binav dike neyên pejirandin. Her wiha parlemento jî dezgeha derxistina zagonane. Dema ku dewletê xwest şer bike parlementoyê rol leyîst, pêwîste niha jî ji bo aştiyê rolê bileyîze. Mînak di demê bûrî de parlamentoyê biryara operasyonên dereveyî sinor dida û her wiha biryara bi cih kirina fuzeyên NATO’yê jî da. Ev yek jî maf dide KCK’ê ku li Parlametoya Tirkiyeyê garantiya zagonê bixwaze. Ji ber ku heya niha li Tirkiyeyê bê zagon KCK weke rêxistina terorîst binav di kir û hertim rewa didît ku polîs, leşker û asayîş li gel KCK’ê şer bike bêy ku tu guhertin werinkirin di dema bi cih ne anîna wan erkan de jî hesab jê dihat xwestin. Her wiha ger ku parlamento li ser vê yekê biryar nede, dibe ku dema gêrîla xwe divekêşe şerek mezin pêk were û dê di dawiyê de leşkerên Tirkiyeyê bi hevkariya hêzên derve êrîşî gerîla bikin, ji ber wê çendê pêwîstî bi zagonê heye divê ku biryar ne hikûmet parlamento bide. Ji ber ku hikûmet nikare biryara vê yekê bide. Ger ku hikûmet biryar bide û bawerî bi xwe bîne ku dikare biryara vê bide, ev jî ne xirabe lê belê ev gav nabe zagonî dibe gavekî demî. Dema ku hikumet hilweşiya dê ev zagon jî têkbiçe. Her wiha tiştên ku bi devkî têne gotin piştî demek şûnde dibe ku înkara wê were kirin. Ji ber wê çendê pêwîstî bi zagonekî yasayî heye.”
Înkar û îmha kûr bû
Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê Diyar Xerîb aşkera kir ku, dikare têkildarî vê mijarê çend mînakan ji dîroka Kurdan bide û wiha berdewam kir: “Li sala 1943’an dema ku Mela Mistefa Barzanî bi hevkariya Hizba Hîwa vegeriya Herêma Barzan û xwest têkoşînê bike, wê demê hikûmeta Birîtanya li Iraqê bû hikûmdar û di şerê cîhanê yê duwem de li hemberî Almanyayê teng bibû. Di vir de dixwest bi her awayî rê li pêşiya şer bigire. Bi vê armancê Macit Mistefa ku siyasetmedarekî Kurd bû, bû navbeynkarê Serokwezîrê wê demê yê Hikumeta Iraqê Nûrî Seîd û Mela Mistefa Barzanî de. Her wiha herdu aliyan jî navbeynkariya Macid Mistefa pejirand. Di wê demê de daxwaza Kurdan ew bû ku sifata zagoniyê bigre û wezaretek taybet ji bo Kurd û doza wan pêkbîne. Dewleta Birîtanya ku perspektîf didan hikumeta Iraqê, amadebûn ku wezaretê dirust bike û Macid Mistefa jî kirin wezîr. Lê belê mijar ne birin parlamentoyê û sifatê zagoniyê nedanê. Piştî ku di şerê cîhanê yê duwem de Birîtanya li hemberî Almanya serkeft, Iraq, Îran û Tirkiye ket bin kontrola Birîtanyayê de. Di vê navberê de hikumeta Iraqê tê guhertin û ew zagona ku li Iraqê ji bo Kurdan hatî amadekirin careke din xirab bû. Ev tecrûbeyek ya Kurdan ku li başûrê Kurdistanê di navbera hikumeta Iraq û Birîtanyayê de. Vekişandina PKK’ê ji Bakûrê Kurdistanê ya sala 1999’an û helwesta dewleta Tirk jî ji bo Kurdan tecrûbeyeke. Mane di dema hikumeta Ecewît de jî di mijara xwevekişandina gêrîlayan de nerimbûnek çêbû, lê belê dema ku sala 2002’an hikumet hate guhertin û AKP’e hate ser hikum, her roja ku çû înkar û îmha kûrbû û polîtîkayên tunekirinê qirkirinê ketin dewrê. Ji ber van hemû tecrûbeyan KCK dixwaza zagon bê garantî kirin û biryar ji parlementoyê derbikeve.”
ANF/HEWLÊR
'Riya Ocalan riya rizgariyê ye'
Peyama Rêberê Gelê Kurd li Duhoka Herêma Federal a Kurdistanê di semînerekê de hat nîqaşkirin. Di semînera ku ji aliyê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) vê hat lidarxistin de ligel nûner û endamên Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Yekgurtiye Îslamî, Hizbî Ayende, Komala Îslamî û Hizbî Zahmetkeşan bi dehan rewşenbîr û nivîskar jî tevli bûn. Di semînerê de Endama Lijneya Rêveber a PÇDK'ê Zeynep Germiyanî û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Îbrahîm Oremarî têkildarî pêvajoya ku di nav sêqoziya Îmrali, Qendîl û Enqereyê de pêş dikeve, beşdar agahdar kirin.
Hêviya yekitiyê
Endama Lijneya Rêveber a PÇDK'ê Zeynep Germiyanî pêvajoyê wekî destpêka qonaxeke nû ya dîrokî ya ji bo gelê Kurd şîrove kir û got: "Ji bo ev pêvajo bi awayekî rêk û pêk bimeşe berpirsiyarî dikevin ser milê başûrê Kurdistanê jî. Li vir destkeftiyên Kurdan ji bo pêşxistina pêvajoyê heta ji bo navbeynkariyê divê ku rol û misyona xwe bînin cih. "
Berpirsiyarê Buroya 9'emîn a Komala Îslamî Felah Mustafa têkildarî pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê xwestin ku pêşxistin nêrîna partiya xwe parve kirin û ev tişt anîn ziman: Pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin pêvajoyeke baş e. Ev rê ji bo hemû gelê Kurd riya rizgariyê ye. Em hêvî dikin ku ji bo rzigariya gelê Kurd di nav Kurdan de yekitî û hevgirtinek pêk were."
Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Buroya 3'yemîn a Yekgurtiye Îslamî Loqman Baskiderî jî wiha axivî: "Ev pêşketin ji bo divê ku yên ji xwe re dibêjin ew ji bo bextewarî û pêşeroja Kurdan têdikoşin cihê keyfxweşiyê be. Em wekî Yekgurtiye Îslamî dixwazin ku aştî li her derê Kurdistanê pêk were."
Ev aş betal nîne
Endamê KNK'ê Dr Kamuran Berwarî li hemberî kesên ku nêrîna Ocalan a bila hêzên HPG'ê vekişin derveyî sînorên Tirkiyeyê, wekî danîna çek dinirxînin û vê pêvajoyê dişibînin 'aşbetal'a di 1975'an de Kurdên li Iraqê jiyan ev tişt anî ziman: "Rêber Apo di peyama xwe de behsa bêdengkirina çekan dike. Bi tu awayî behsa danîna çekan yan jî behsa 'aşbetal'ê nake. Ne îro roj di tu demî de Kurd ne amade ne ku çekan deynin. Kurd di her aliyê de ji bo her geşedanê amade ne. Ji bo paşvekişîna gerîlayan jî sererastkirinên qanûnî divên. Heta ku ev sererastkirin pêk neyên helbet dê gavên bui vî rengî jî neyên avêtin. Çapemeniya Tirk propogandaya ku Kurd ji neçarî van gavan diavêjin pêş dixe lê rastî ne wisa ye. Heke ku êrîşên dewletê û balafirên wê berderwam bide dê bersivê jî were dayîn."
DUHOK