Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û pişgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bi heman armancê, çalakiyên li Ewrûpayê didomin.

Hamburg: Li bajarê Elmanyayê Hambûrgê, li ber Parlamenta eyaletê mîtîngek hate lidarxistin û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Hevberdevka Meclîsa Jinan a Rojbîn, Leyla Kaya li vir got, daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd in. Kaya da zanîn ku heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, ew ê çalakiyan li dar bixin.

Dusseldorf: Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, ciwanan bi çalakiyekê destek da berxwedêrên greva birçîbûnê. Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî li dar xist û bi daxuyaniyekê xwedî li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê derket. Di daxuyaniyê de hate gotin, heta ku tecrîd bi dawî bibe, ew ê çalakiyan li dar bixin.

Bordeaux: Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransayê Bordeauxê li gara trenê ya Saint-Jeanê çalakiyek kir. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û doza "Azadî ji Ocalan re" bi sloganan hat îfadekirin.

Graz: Kurdistaniyên li bajarê Awusturyayê Grazê, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê tevî dostên xwe daketin meydanan. Girse li Griesplatzê civiya û ber bi Hauptplatzê ve meşiya. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Erdogan", "Berxwedan jiyan e" hatin gotin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Halîs Sever li meydanê got, têkoşîna gelê Kurd li her cihî berfireh dibe. Di çalakiyê de êrişa dewleta Tirk a li dijî gelê Şêladizê jî hate şermezarkirin û berxwedana gel hate silavkirin.

Livorno: Kurdistaniyên li bajarê Îtalyayê Lîvornoyê ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê tevî dostên xwe li Via Cavourê civiyan. Nûnerê antî-faşîst çep Antonîo Stetantîl, Alberto Marî, Dîego Chart û bi navê Komîteya Kurd Erdal Karabey li çalakiyê axivîn. Qisekeran got, tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û xwestin, hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN