Şandeya BDP-KCD’ê ya ji Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur pêk tê çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Alîkarê Wezîra Derve ya DYA’yê û Berpirsê Yekitiya Ewropa û Ewrasyayê Philip Gordon re hevdîtin pêk anî. Şande piştre beşdarî resepsiyonên ji aliyê nivîsgeha BDP’ê ya Washingon û Civaka Kurdan ve hatibû organîzekirin bûn.

‘Erdogan tiştekî nû ne gotiye'
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di resespiyonê de bersiv da pirsên rojnamevanên Tirk û der barê daxuyaniya Erdogan a “PKK çekan deyne, operasyon dê rawestin” de got; “Em jî dixwazin ku tundî û pevçûn bi temamî bi dawî bibin. Ger PKK bersiveke erênî bide em li hember dernakevin, em ê keyfxweş bibin, lê Serokwezîr tiştek ku heyecanê bide PKK’ê negotiye. Ger dibêje 'Tu çakalaniyan pêk neyîne, ez ê operasyonan rawestînin’ wê çaxê ev tê wateya bangewaziya agirbestê, divê vê yekê bi aşkereyî bibêje.”

‘Tirkiye hewl dide statubûna Kurdan asteng bike'
Demîrtaş polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê jî nirxand û diyar kir ku Tirkiye bi vê polîtîkayê dixwaze bidestxistina statuya xweseriyê Kurdan a piştî rejîma Esad asteng bike. Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmeta Tirk bi aşkereyî naxwaze Kurd piştî rejîma Esad statuya xweseriyê li Sûriye bi dest bixin û destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê xwestiye ku tu sozên statuya siyasî nedin Kurdan.
Demîrtaş bersiv da pirsa der barê rewşa Iraqê û daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê de û got; “Ger gelên Iraqê bixwazin xwe bi statûyeke nû ya siyasî bi rê ve bibin, ger ev yek bi rêbazên aşitiyane pêk bê, ev yek mafek ê gelên herêmê ye. Ger ev yek rê li ber şer û pevçûnên herêm vebike, divê di vê mijarê de baldar bin. Jixwe gava mirov pêşketinên li Sûriye, Îran û Iraqê bi hev re binirxîne, mirov rîskek wiha dibîne.”

Li Enstîtûya Brookingsê konferans
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî konferansa ji aliyê Enstîtuya Brookings ve hat lidarxistin bûn. Demîrtaş, di konferansê de axivî û got; “Li Tirkiyeyê di navbera Tirkan û Kurdan de pirsgirêk tune ye. Pirsgirêk di navbera gelê Kurd ê bi înkara nasname û asîmlasyonê re rû bi rû ye û polîtîkayên dewletê de heye.” Demrîtaş got ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane, demokratîk, diyalog û muzakereyan di nava sînorên neteweyî de çareser bibe.

‘Divê polîtîkayên dijminane bidawî bibin"
Demîrtaş destnîşan kir ku tu neyariya gelê Kurd bi gelên herêmê re tune ye û diyar kir ku divê dewletên herêmê yên ku Kurd di bin desthilatiya wan de ne, dest ji polîtîkaya xwe ya dijminane ya li hemberî Kurdan bedrin. Demîrtaş got; “Kurd, ne li derve û ne jî li hindur, ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e. Ger Tirkiye dixwaze di polîtîkaya herêmê de xwedî bandor be û bi rastî jî dixwaze xizmeta aşitiyê bike, divê pirsgirêka Kurdên li Tirkiyeyê bi rêya aşitiyane çareser bibe, divê Kurdên li Sûriye, Iraq û cihên din wek dijmin neyên dîtin."

'PKK realîteyek e'
Demîrtaş destnîşan kir ku PKK rastiyek a Tirkiye û Rojhilata Navîn e, aktorek ê pirsgirêka Kurd e, divî were qanekirin û got; "Em dixwazin hikûmet û PKK ji bo aşitiyê hevdîtin pêk bînin, lê ji bo aliyê azadiyan a meseleyê were çareserkirin, pêwîstî bi diyalogên siyasî hene.”

‘Diyalog a rasteqîn dive'
Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk bersiv da pirsek der barê PKK’ê de jî û got; “Cîhanê carna hin rêxistinan weke terorîst îlan kir. Rêxistina Rizgariya Filistînê û Hemasê jî weke terorîst îlan kiribûn. Lê îro, ji Rêxistina Rizgariya Filistînê bigire heta Hemas û yên vana weke terorîst îlan kiribûn, ji bo pirsgirêk bi rêyên aşitiyane çareser bibin, hinek tişt dikin. Divê em ji vê yekê bibînin. Em Kurd amade ne ku bi rabirdûya xwe û kêmasiyên xwe re hevrû bibin, lê divê dewlet jî bi boriya xwe re hevrû bibe.”
Turk destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogên rasteqîn bêne pêşxistin û got; “Lê ger jêre bêjin diyalog û hin aliyan li hemberî Kurdan sor bikin, ev şêweyê diyalogê tu carî ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin û ev yek tu feydeyekê nadin diyalogê."

'7 partiyên Kurd hatin girtin"
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî bi bîr xist kul i Tirkiyeyê di nav 20 salan de 7 partiyên siyasî y ên Kurdan hatine girtin û destnîşan kir ku ew partiya 8’emîn in. Kişanakê gotinên bangewaziyên Erdogan ên ji bo Sûriyeyê yên weke “Guh bide gelê xwe, zextê li gelê xwe neke, an ne rewatiya te namîne” bi bîr xist û got; “Ev gotinane pir rast in. Em ji sedî sed tevil dibin van gotinan dibin. Lê em dixwazin heman tişt li Tirkiyeyê jî pêk bîne.”
Li gorî bernameyê şandeyê, dê bi endamên Senatoya DYA û Meclîsa Nuneran a DYA’yê , Serokê Komîteya Baroya Mafê Mirovan a DYA û Serokê Yekitiya Parêzerên Navneteweyî re hevdîtin pêk bîne. Piştre dê biçin serdana Şaredariya San Franciscoyê. Her wiha dê li Washington, New York û San Franciscoyê beşdarî civînên gel bibin û di 28’ê nîsanê de jî hevdîtina xwe biqedînin û vegerin Tirkiyeyê.

ANF/WASHÎNGTON