
Tîrmeha sala 1988’an bû. Rojeke sar bû. Ne bayê dikir guveguv, ne wîçewîça çivîkan bû, ne perperîk difirîn ne jî Çemê Efrînê diherîkî? Wê rojê gava xeber hat, gotin Fîkret miriye, ji 14 saliya min jî tiştek mir. Hêj 14 salî bûm. Niha jî 14 salî me. Ez nizanim ez ê kengê bimirim lê dizanim ez ê dîsa di 14 saliya xwe de bimirim. Wê rojê tîrmekek bi ser zarokatiya min de hilweşiya. Heta wê rojê pir caran giriyabûm, lê ji bo mirinê qet negiriyabûm. Hînî giriyê mirinê jî bûm. Spas dikim dayê. Giriyê mirinê mabû te ez hînî wê jî kirim.
Mirovên ku min nas nedikirin jî bi saya te li hewşê kom bûbûn. Min ew jî nas kirin. Tew yek hebû qelûn di dev de bû, dikişand dikeniya. Çavên min di mirina te de şil û pil bûbûn, pîrejinan dilorandin, lê qelûnkêş dikeniya. Çi ecêp bû dayê. Lê ya rastî ez rehet jî kiribûm. Min digot qey tiştekî dizane heye. Wê rojê çend pîrejinan serê te şûştin. Pîrika min Eyşê jî di navbera wan de bû. Beriya te bi çend salan xaltîka min Ezê jî şûştibû. Destên wê hine kiribû.
Bi tilîliyan wê jî hewşê derxistinbûn û birê kiribûn. Hêj 20 salî bû, ciwan bû. Îcar wê rojê tu jî şûşt. Bi destên xwe yên qermiçok, bêyî ku te biêşîne, cara dawî porê te şeh kir, fistaneke spî li te kir. Çawa ku pitik ji dayik dibe û dixin qundaxê, te jî xistibûn qundaxê û kincê spî li te pêçabûn. Rojeke sosret bû. Hemû deng, reng û wate di zarokatiya min de wer dibûn, lê min pir nizanibû çi çi ye, tenê êdî hîn bûbûm ku dayik jî dimirin. Helbûkî min digot tu ji mirinê mezintir î.
Min mirina te dît
Ez niha hinekî ji te jî qehirîme. Te çima nikaribû bi mirinê? Dibêjin bihuşt di bin lingên dayikan de ye! Ma tu jî ne dayik bûyî? Min hêj têra dilê xwe ji te re negotibû dayê, ez û te ji hev veqetandin. Li min biborîne dayê, ez nikaribûm bi te re bihatama goristanê. Min nexwest bibînim te binax bikin. Bawer bike min nikaribû ew dîmen rakira. Min ê çawa bihişta axê biavêjin ser te? Min ê çawa bi destên xwe yên ku pir caran porê te yê reş şeh kiribûn û êdî şikestibûn, ax biavêta ser rûyê te yê şêrîn? Kîjan destên min dikaribûn te binax bikirana? Min ê çawa ev yek qebûl bikira, ku hêj jî qebûl nakim.
Dibêjim qey şaşiyek heye. Min mirina te dît, lê îro bi hezaran dayikên mîna te şehadeta zarokên xwe dibînin. Piştî te pir zarok û ciwan şehîd ketin. Ebdo, Silav, Egîd, Rûken, Çekjîn, Bêrîvan, Ronahî, Delîl, Kînem, Adil, Rustem, Berxwedan, Hêvîdar Ozgur Amed û bi hezaran navên din şehîd ketin. Piştî te pir tişt hat guhertin. Li welatê min mirin êdî bûye şehadet, mirî bûye şehîd. Êdî zarokên Kurd namirin dayê, mirî bûye şehîd. Êdî zarokên Kurd namirin dayê, şehîd dikevin. Ma tu wan nabînî, gere niha li cem te bin. Ka destên xwe bavêje porê wan û serê wan miz bide.
Binêre bê ka çiqas rind û qeşeng in. Ciwan li Qestel Cindo şehîd ket. Tê bîra te me jê re digot Cano, Soro. Taştêya dawî me bi hev re xwaribû, wê gavê hê heftsalî bû. Lê tu niha dibînî çiqas mezin bûye. Gava min wêneyê wî di rojnameya azadiya welat de dît min nas nekir. Belkî niha te jî nas nekiribe. Silav û Ebdo jî ligel hatibûn. Beriya wan jî Egîd hatibû.
Du heval, du bira
Divê ku niha ji te re gotibe, ma diviyabû ez carek din ji te re bêjim? Li rojava şoreş çêbûye. Wan mora xwe li şoreşê dan. Bi saya wan Rojava bû welatê azadiyê. Li Efrîn, Kobanê û Qamişloyê kanton hatin damezirandin. 19’ê Tîrmehê duyemîn salvegera şoreşê ye. Li te û we pîroz be. Dayika min, jana dilê min. Niha dayika Eyşê û gelek dayikên din jî li cem te ne. Dayika Eyşê jî wekî te di meha tîrmehê de ji navbera me koç kir. 10’ê tîrmehê yekemîn salvegera bîranîna wê ye.
Em ji dil û can wî bi bîr tînin, wê bi tenê bernede. Lê bihêle bila têra dilê xwe Adilê xwe hembêz bike, çavên wî yên reş û belek ramûse. Lawê malê yê herî biçûk bû. Di 13’ê îlona 2007’an de tevli karwanê şehîdan bû. Belkî niha jî te çîroka xwe gotibe. Dilê dayika Eyşê hew dikaribû tunebûna wî rakira. Ranekir, herî dawî serî danî û çû. Niha hevalê Adil bi wê, ew jî bi wî û we bêhna xwe derdixe. Ez û hevalê Koçer jî bi hev bêhna xwe derdixin. Car caran du heval, hin caran du bira, carna jî wekî du sêwiyên ber dîwaran bi şev di pencereyê re li stêrkên we dinêrin.
Silavên hevalê Koçer jî ji we re hene. Eyşê bû mêvanê te hevalê Koçer di girtîgehê de bû. Piştî 20 salan derket derve, çû ser cenaze, lê cenaze spartibûn axê. Wî jî bi axê re kiribû qîrîn û hawar. Dilê xwe rehet kiribû. Hêsirên xwe tev bi axê de berdabûn. Niha çavên wî jî wekî yên min miçiqîne. Ma te negotibû girîna li pê zarokan kaniya çavan dimiçiqîne. Girîna li pê dayikan jî kaniya çavan dimiçiqîne. Piştre yek dîsa jî digirî, lê bes ew girî îcar ava dil dimiçiqîne.
Dilê min tenik bûye êdî. Zû bi tiştan dihese û diêşe. Dilê ku ji bo şehîd neêşe xêra wê çi ye dayê? Xwezî niha te guhê xwe bida dayika Gulsume û bila ji te re çîroka Delîla bigota, bila dilê xwe ji te re vekira. Te yê bidîta bê ka çi di dilê wê de heye. Wêrekî û sebra wê min jî li ser piyan digire. Zor û zehmetiyên zindanê hene. Lê gava yek ji devê dayikeke guhdarî çîroka wê û şehîdek dike, bawer bike mirov şerm dike ku bêje zindan zor e. Ka ji Delîla bipirse, bila ew jî ji te re dilê xwe veke. Çîroka wê jî dil dişewîtine. Min rojnivîsên wê xwendin, lê heta min qedand hezar girêk di qirika min de çêbûn.
Dil dixwaze here cengê…
Ji bo di qirika te de jî girêk çênebin, jê re bêje bila ji te re kilaman bistire. Dengê wê şêrîn û nerm e. Belkî dengê wê bê guhên me jî, belkî dayika Gulsume cixareyek din bikişîne. Em pir ji hev ne dûr in. Di navbera me de dîwarekî zirav heye, li ser nivîsandiye, dibêje zindî nikarin di vî deriyê re derbas bibin. Divê, qey pîrozgeha Îzîs e? Qaşo hûn mirî ne, em jî zindî ne! Çiqas derewekî mezin e! Kî dikare bêje Delîla mirî ye? Min wê rojê ji radyoya dengê Kurdistanê re nameyek şand, kilamek ji Delîla xwestibû, lê wê du kilam ji min re gotin. Ger tu jê bixwazî wê sisiyan ji te re bêje, yek ji bo dayika Gulsume û hemû dayikan, yek ji bo gerîla, yek jî ji bo Rêber Apo. Dayika Gulsume dibêje beriya bibe gerîla li mitbexê kilama “Dil dixwaze here cengê” digot. Dibêje ez pê hesiyabûm tiştek heye, lê min dengê xwe nekir
Tu jî dengê xwe neke, bihêle bila azad bifire. Biparêze, wekî çawa ku di şevên zivistanê de ez ji dizan ditirsiyam û ji bo ku min jî nedizin diketim pêsîra te û te ez distirandim. Delîla jî bistrîne. Wisa bistrîne ku li wir jî careke din neyê gulebarankirin. Baş lê binêre, li tevan baş binêre. Ew zarokên pîroz in. Ji te re silavên dayika Meryem jî dişînim. Dayika şehîd Hêvîdar, Berxwedan û Ozgur Amed e. Niha li girtîgeha Gebzeyê girtî ye.
Tenê ew dizane wê çiqas dîtiye û kişandiye. Ma min û te çi dîtiye dayê? Ya me dîtiye ne bi qasî dilopek hêsirên çavên wê û dilopek xwîna şehîdên ku bi dehan çîrok û bîranînên eziyetkêş tê de veşartine. Ez çi ji te re bêjim û çi nebêjim. Pir tiştên ji te re bêjim hene. Lê jixwe niha yên ku ji min xweştir ji te re gotine û dibêjin hene. Ya mayî jî bila hevala Bêrîtan ango Ayhan Nazlier ji te re bêje. Me beriya çend rojan wê ji Licê bi rê kiribû. Divê niha ew jî li cem te be. Ew tev emanetê te ne. Xem neke, li vir dayikên min ji pir in. Ez jî emanetê wan in.
MUHAMMED MAHMO / Girtîgeha Tîpa-F Hejmar-2 A Kandiraya KOCAELIYÊ