EREM KANSOY/REQA


Pêngava Reqayê di roja xwe ya 49´an de ye, şervanên QSD´ê her ber bi navenda bajêr ve diçin. Di pêngava bi pêşengiya YPG-YPJ´ê de her roj bi dehan yan jî bi sedan sivîl tên rizgar kirin. Pêncşema bihurî, danê êvarê jî Emîne Muhammed Dib ku beriya bê rizgarkirin bi deh rojan her ji çeteyan direviya û xwe vedişart, ji rojnameya me re peyivî. Emîne Muhammed Dib dibêje, piştî ku hêzên QSD´ê ew rizgar kirin, keça wê ew himbêz kiriye û gotiye, “Dayê azadî ha ev e“.


Mirin li her quncikê û her kêlî heye 

Emîne Muhammed Dib wiha behsa rojên xwe yên dawî li Reqa û rizgarkirina xwe dike: 

“Rojên me her bi êşkencê derbas bûn. Deh rojîn dawiyê em di hundirû de asê man. Nan û xwarina me nema, deh rojan me bi 3-4 nanên yuwa îdare kir. Ji bo ava me xilas nebe, me dilop bi dilop dida devê zarokan. Lê di dawiyê de ew jî xilas bû. Her kêlî dibû ku em bi mirinê re rûbirû bibin. Dema ku me dengê şervanên QSD´ê bihîst, tevî xwîşka min me ala spî rakir û me berê xwe da kolanê. Min ji wan re got kurê min birîndar e. Wan pirsî em çend kes in. Me got 15. Paşê wan em rizgar kirin.


Kur û keça birîndar

Emîne Muhammed Dib dibêje, dema bombebaranê, wan betanî bi ser xwe de dikir û li bendê diman ku dengê bombeyan qut bibe. Ew dide zanîn ku keça wê û kurê wê ji lingê xwe birîndar bûne bi parçeyên bombeyan.

Ew dide zanîn ku di odeyekê de 15 kes hebûn, û her devera wan bi şikandina dîwaran xwe gihandiyê jî, yan rastî tunelên çeteyan hatin yan jî çeteyan ew kiriye der û herî dawî wan xaniyekî vala dîtiye û wiha dewam dike: “Ji bo ku çete fêm nekin em li vbir dimînin, em timî di tariyê de bûn. Êşên gelekî giran hatin serê me. Lê belê ez di emrê xwe de ji bîr nekim, dema ku em hatin rizgarkirin, keça min ez himbêz kirim û got, dayê azadî ha ev e“.