Ambargoya PDK´ê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose hate kuştin. Piştî vê bûyerê careke din Wargeh bû hedefa PDK´ê. Ji bo dorgirtina wargeha Mexmûrê bi dawî bibe Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li ber avahiya hêzên asayîşê ya PDK’ê ya li ser rêya di navbera Mexmûr û Hewlêrê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên Aştiyê tevî hemû şert û mercên giran jî berxwedana xwe di roja 13 an de dewam dikin. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û rojên xwe li cihê çalakiyê derbas dikin. Tevî vê yekê jî heta niha rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê tu bersiv nedane Dayikên Aştiyê. Dayik dibêjin heta ku dorpêça li ser wargehê bi dawî bibe wê çalakiya xwe bi israr dewam bikin.
Me ti ziyan û zirar nedaye kesî
Jinên Wargeha Mexmûrê jî piştgirî dan çalakiya Dayîkên Aştiyê. Dayîka bi navê Helîm Mihemed berxwedana dayîkan silav kir û got: “Ev 58 roj in ambargoyek giran li ser wargeha me tê meşandin. Dayikên me yên ku ev 13 rojin di bin germahiye zêde û tozê de berxwedana xwe dikin, em ji dil û can silav dikin. Berxwedana dayikên aştiyê wê serkeftinê bîne, bijî berxwedana dayîkan. Dayîka bi navê Besna Bûdak jî got: Em weke jin bi rih û can piştgirî û hevaltiya wan dayîkên berxwedêr dikin. Mexmûr wargeheke sivîlan e. Me ti ziyan û zirar nedaye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Jina bi navê Hezar Kaçan jî berxwedan dayîkên aştiyê silav kir.”
MEXMÛR