Jinên endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên ji Stenbol, Amed, Îzmîr, Êlih, Sêrt û navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin, gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê ziyaret kirin. Jinên di saetên êvrê de gihiştin Roboskiyê ji gundê Bêçihê li ber goristana 34 welatî lê hatin definkirin ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê dayîkan gora 34 welatiyan ziyaret kirin û gul danîn ser goran. Piştî rêzgirtinê dayîkan sloganan "şehîd namirin" berz kirin. Di dema ziyaretê de demên hestiyan hatin jiyîn û gelek dayîkan rondikên xwe negirtin.
Li ser navê dayîkan Berdevka Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrêç Behiye Yalçin axaftinek kir û sersaxî li malbatan da. Yalçin, diyar kir ku Emîne Erdogan a Roboskî ziyaret kir samîmî nîn e. Yalçin, anî ziman ku divê Emîne Erdogan dema ku hate gund, divê bi xwe re dosyaya navên kesên bûyerên kiryar nediyar bêkanîn anîba û wiha got: "Em îro li gundê dewletê bi çekên kîmyevî 34 ciwanên me qetilkirin li Roboskiyê ne. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Divê Emîne Erdogan gotiba ji bo ku hinek dilê we rehet bibe 'Min qatilên zarokên we derxistin holê' Lê Emîne Erdogan ji hevserê xwe bêtir direwan dike. Hemû tiştê wan direw e. Divê hemû dayîkên Kurd dest bidin ve vê xwînê bidin rawestandin. Heta em vê xwînê nedin rawestandin em bi rehetî li malên xwe naruninin."
Piştî re Berdevka Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran jî diyar kir ku wan zarokên xwe ji bo ku bi çekên kîmyevî bên qetilkirin mezin nekirin. Kiran, bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî da û wiha got: "Em dê êdî ji Erdogan re bêjin kîmyager. Her zarokeke me bedlî cîhanekê ye. Heke li dijî zarokên Kurdan çekên kîmyevî bikar bîne wijdan û merhemet li ku ye? Heke zarokên wî bi çekên kîmyevî perçe perçe bibe û cenazeyên wan li ser pişta hestiran ji hev neyên cudakirin bibîne wê demê dê çibike? Heke dê li nav gundên me yên Botanê qereqolên xwe berdewam bikin an dê bi me re aştiyê çêbikin an jî dê ji vir biçin. Em tenê ji gelê Kurd re demokrasiyê naxwazin em ji hemû cîhanê re demokrasiyê dixwazin. Lê ew li dijî vê yekê komkujiyan dikin."
Kiran, da zanîn ku dê ziyareta wan hefteyekê bidome û wiha axivî: "Em dê çekên birayên xwe yên dewletê danî wan û zarokên xwe bê qetil dikin di axê de veşêrin. Em dê şuna wan çekan gulan bidin wan. Bihar tê. Heke di vê biharê de jî çareserî çênebe bila hemû kes baş bizane ku ev agir dê hemû kesî bişewitine. Êdî dema bêjin Êdî bes e hat."
Dayîkên Aştiyê dê hefteyê dê li herêmê bimînin û gundên cerdevanan ziyaret bikin. Di ziyaretan de dayîk dê ji cerdevanan bixwazin ku dest ji çekan berdin.

ŞIRNEX