Cîhan Ebdî (30) oema 16 salî bû, bavê wê jiyana xwe ji dest da, lewre jî neçar ma ku dest ji xwendina xwe berde û alîkariya aboriya malbatê bike. Cîhan Ebdî bi vê armancê di malê de dest bi çêkirina cil û bergan kir û yên ku çêkirine jî firotin.

Cîhan Ebdî ku di 18 saliya xwe de zewicî û niha 4 zarokên wê hene, vê carê jî ket bin barê berpirsyariya malbatê û xwedîkirina zarokan. Cîhan Ebdî piştî zewicî jî karê dirûtina cil û bergan domand.
Piştî ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelek sazî hatin vekirin, Cîhan Ebdî jî tevlî xebatên saziyan bû û li Navenda Zanist û Hişmendiya Jinê wekî rêveber cîh girt.
Ebdî he serê sibehê saet di 09.00’an diçe navendê û heta saet 13.00’an li wir karê saziyê dimeşîne. Piştî nîvro jî diçe malê û karê dirûtinê dike.

KOBANÊ