Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 55 roj in li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome dewam dike. Dayikên Mexmûrê eşkere dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe dewam bikin.
Nahêlin kes biçe cem dayikan
Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 55 roj in dorpêç û ambargoya li iser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike. Çalakiya dayîkan jî di roja 10’an de tevî germa û tozê dewam dike. Dayîk dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedemê rêgirtinê bizanin. Lê heya niha ji rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ti kesî serdana dayîkan nekiriye.
Herwiha asayîşa PDK’ê nahêle ti kes serdana dayîkan bike û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibe. Dayîk di çalakiya xwe de bi israrin.
MEXMÛR/ROJNEWS