Malbata Soylu, di şerê 30 salan de 3 zarokên xwe spartin axê. Herî dawî zaroka xwe ya 3'emîn ku endama HPG'ê Zarife Soylu (Hevidar Amed) spartin axê. Di sala 2004'an de li herêma Qendîlê endamê HPG'ê Alî (Berxwedan Kaya) di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Di sala 2009'a de Saît (Berxwedan Amed) di pevçûnê de û herî dawiye Zarife di 1-2'ê cotmehê de li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata Soylu di 11 salan de 3 zarokên xwe di şerê li herêmê de spartin axê. Malbata Soylu diyar kir ku gelek caran koçber bûn û her cihê ku çûnê rastî neheqî û zilmê hatin. Malbata Soylu di sala 1985'an de ji ber ku nebûn cerdevan ji navçeya Sasonê ya Êlihê koçî gundê Hosnê kir. Malbata Soylu piştre di sala 1985'an de dîsa koçî bajar kirin. Malbata Soylu ku xwedî 12 nifûse, piştî 27 salan bi nifûsa 8 kesan li navçeya Bîsmîlê ya Amedê bi cih bûn. Piştî ku Zarife jiyana xwe ji dest da dîsa êş û şewat ket dilê malbata Soylu.
Ji malbata Soylu Dîlan Soylu, diyar kir ku xwişk û birayên wê ji ber rastî zext û zordariyên dewletê hatin û koçber bûn riya çiyê hilbijartin û derketin çiyê. Dîlan anî ziman ku ew bi xwişk û birayên xwe serbilind e. Dilan Soylu, anî ziman ku ji ber her tim rastî zext û zordariyên dewletê hatin neçar man ku gelek caran koç bikin û jiyana wan bi koçberiyê derbas bû.

DÎHA/AMED