Edla Murad ku dayika du şehîdan û hevjîna têkoşer Şehîd Îsa Hiso ye, pêr ji ber nexweşiyê 67 salî çû rehmetê û doh li Qamişlo hat definkirin.
Dayika Edla Murad, li gundê Ebû Rasên (Girbawî) sala 1951‘ê ji dayik bûye. Kurê wê Ferhad 21‘ê Tebaxa 2005‘an gerilayê HPG´ê bû û li herêma Trabzonê şehîd bûbû. Hevjînê wê Îsa Hiso rêveberê PYD´ê û TEV-DEM‘ê bû û 2013‘an di encama teqîna li dijî erebeya wî de, şehîd bûbû.
Herî dawî jî kurê wê Orhan, di êrişa çekdarên PDK‘ê de ya li ser herêma Xanesorê ya Şengalê 3‘ê Adara 2017‘an şehîd bû.
Gelek berdêl dan
Doh bi sedan ji xelkê Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka sivîl a herêma Cizîrê tevlî merasîma oxirkirina Edle Murad Mihemed bûn. Di dema definkirina Dayika Edla de Endamê Meclîsa Giştî ya PYD`ê Silêman Ebû Bekir axivî û got, ʺEv malbat ji malbatên destpêkê û damezrêner ên PYD`ê bû. Di oxira rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeran de gelek berdêl dan. Vê malbatê mîraseke welatparêzî û têkoşîneke tijî li pey xwe hişt.ʺ
QAMIŞLO