AGÎT ERKENDÎ / HANAU
Serpîl Temîz a ku kurê wê yê 23 salî di êrişa nijadperest de jiyana xwe ji dest dayî, xwest, dawî li nijadperestiyê bê anîn.
Siyasetvanên ji parlamena Elmanyayê kulîlk danîn cihê komkujî lê pêk hatî û piştre çûn serdana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hanau û Komeleya Agiriyiyan. Wan li vir sersaxî ji malbatan re xwest. Di nava wan de parlamenterê Keskan Cem Ozdemir, parlamenterê eyaleta Hessenê Taylan Burcu, parlamentera NRWê Bêrîvan Aymaz, parlamentera Bayernê Gulseren Demirel, parlamenterên berê yên HDP´ê Ziya Pir, Faysal Sarıyıldız û hevserokê KCDK-E´yê Yüksel Koç jî hebûn. Li NCDK a Hanauyê, dayika Ferhat Unvar, Serpil Temiz got: “Di vê êrişa nijadperest de min kurê xwe ji dest da. Min ê ew li welatê xwe veşarta, lê min dev ji vê berda. Da ku zaroka min li vir neyê jibîrkirin, ka çawa hatine kuştin her kes bizane, min ew li vir hişt. Beriya bi sê hefteyan wî perwerdeya xwe ya pîşeyî qedandibû, ew kurekî li vir hatibû dinê, û pîr û pak bû. Ez zarokên li wir hemûyan nas dikim. Hemû jî pir delal bûn. Ez niha digirîm, bila dayikên din negirîn, zarokên din neyên kuştin. Çareseriyekê peyda bikin, ev nijadperstî maleke din neşewitîne. Ji bo ciwanên me yên mayî ez doza alîkariyê ji we dikim.”