Dayika Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 59 roj in di greva bircîbûnê de ye, Cevriye Guven wefat kir. Cevriye Guven a 94 salî ji ber temenê xwe ev demeke di nav nivînan de bû. Dayika Guven wê li Konyayê bajarê Cîhanbeylî, li taxa Yapali were veşartin. Parêzeran ji bo ku Guven tevlî merasîma cenaze ya dayika xwe bibe serî li Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê da.
Leyla wê biçe şîna dayika xwe
Hat ragihandin Miduriyetê daxwazê parêzeran qebûl kiriye, destûra beşdariya şînê daye Guven.
Piştî nêrîna doktoran a ku ka Guven ji ber tenduristiya xwe dikare rêwîtiyê bike yan na wê diyar bibe ka Guven beşdarî şînê bibe yan na.
Parêzeran ji ber tenduristiya Guven xwest rêwîtî bi balafirê pêk were. Her wiha parêzeran xwest dema rêwîtiyê doktorek û parêzerek refaqetî Guven bikin.
HDP´ê sersaxî xwest
HDP’ê ji bo dayika Guven peyama sersaxiyê da. HDP’ê di peyama xwe de diyar kir ku ew bi wefata dayika Hevseroka KCD’ê Leyla Guven xemgîn in û got, “Têkoşîna me ji bo wê ye ku dayikên me bi aştî û aramî li cem hezkirî û xizmên xwe bikaribin bijîn.’’
Bavê Ahmet Şik koç kir
Bavê Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Huseyîn Şik jî wefat kir. Şik li Antalyayê dema ku li nexweşxaneyeke taybet derman dibû, koça dawî kir.. Cenazeyê Huseyîn Şık wê li Goristana Sarisuyê ya navçeya Konyaaltiyê were veşartin. n ANF/KONYA