Namzeta HDP’ê ya Rihayê Hadlê Ugur,  3 zarokên wê di nava têkoşîna azadiyê de ne û bi salane li ber deriyê girtîgehan, li benda hevjînê xwe  ye. Dayika Hadlê him bi cil û bergên xwe him jî bi serpêhatiyên xwe di nava namzeta de cîhekî girîng digre. Dayika Hadlê wê di rêza 9. li Rihayê bi ser navê HDP bikeve hilbijartinan.

Hadlê Ugur (46) dayika 6 zarokan e got ku ji bo zarokên vî gelî jiyana xwe jiyana xwe ji dest nedin û aştiya mayînde pêk were ew ji HDP’ê bûye namzet. Ugur gotinên Erdogan “PKK’ê di nav xwe de wê kuşt. Ev înfaza navxweyî ye” ji bo keça wê Hîlal Ugur a ku di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr xist û got ku Hîlal hêj 18 salî bû tevlî nav refên PKK’ê bû û 7 meh şûnde jiyana xwe ji dest da. Ugur da zanîn ku kurê wê Îbrahîm jî dema lîse dixwend bi hinceta “Endamê PKK’ê ye” hat girtin û piştî 18 salan di girtîgehê de ma tehliye bû û got ku tevlî refên YPG’ê bûye û li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê şer dike. Ugur bilêv kir ku keça wê Sumeyye ku ji Hîlal biçûktir bû tevlî refên PKK’ê bûye. 




‘Ji bo zarokên me neyên kuştin’


Ugur da zanîn ku  dayikan di zor û zehmetiyê de zarokên xwe mezin dikin û êdî zarokên xwe nakin qurbanên dewletê. Ugur ev tişt anî ziman: “Ev 7 meh in ez li ber Saziya Tipa Edlî me. Cenazeyê zarokên me ji Kobanê tên vir. Em bi çi kedê van zaroka mezin dikin, ma qey ji bo bên kuştin em wan mezin dikin? Li vir şehîdek ji Wanê hebû. Bavê wî nîşanî me da. Bedenê wî di darbestê de hilnedihat. Me darbest şikand û bi vî awayî bedena wî xist darbestê. Zarokên me mecbûr dihêlin ku biçin şer. Ji bo zarokên xwe neyên kuştin divê aştî pêk were. Ne dewlet û ne jî AKP aştiyê naynin. Em ê aştiyê bi hêza xwe pêk bînin. Ji bo em aştiyê pêk bînin divê em yekîtiya xwe ava bikin û bi hev re têbikoşin. Ji bo vê ez ji HDP’ê bûm namzet. Bila gelê me baweriya xwe ji bilî HDP’ê bi partiyên din neyne.”




‘Erdogan derewan dike’


Ugur gotinên Erdogan ên der barê Hîlal de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Baweriya min bi PKK’ê heye. Erdogan derew dike. Keça min ji ber jehra jeneratorê jiyana xwe ji dest da. Keça min ji wî hêrs bû û derket serê çiyan. Divê ji vê derewa xwe şerm bike. Piştî keça min 34 gerîlayên din bi çekên kîmyewî hatin înfazkirin, 15 gerîlayên jin înfaz kirin. Ez nihekî ji bo vê dixwazim biçim meclîsê. û derewên wî li rûyê wî bixim. Ez bang li dayikan dikim ku piştgiriyê bidin me.” 


 DÎHA/RIHA