Keça Taybet Înan a di êrişên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiyê ya Silopiyayê de, cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma, Şaristan Algan, ji her kesî xwest biçin ser sindoqên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîran û got, “Li ser sindoqan Dayîka Taybet ji bîr nekin.” Taybet Înan a 57 salî (Dayika Taybet) a di roja 5’an a qedexeyên derketina derve ya li dijî Berxwedana Xwerêveberiyê de an 14’ê Kanûna 2015’an li Silopiyayê bi destê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê hat hiştin. Keça wê Şaristan Algan, bi bîr xist ku apê wê Yusuf Înan ê 53 salî ê xwest cenaze rake jî hatibû qetilkirin û wiha peyivî: “Wêneyê cenazeyê dayîka min a bi rojan li nava kolanê li erdê ma, tim tê bîra min. Gava hûn herin ser sindoqan Dayika Taybet ji bîr nekin. Divê her kes xwedî li vîna Dayika Taybet derkeve û wisan here ser sindoqan. Bila gelê Kurd Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Dayika Taybet, mirovên me yên di jêrzemînan de hatin şewitandin, malên me yên hatin talankirin û wêran kirin, Mehmet Tunç, Efrîn, Kobanê û Sûrê ji bîr neke.” Xwedî li sindoqan derkevin Algan, destnîşan kir ku divê Kurd bi zanebûna yekîtiya neteweyî tevbigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hilbijartinê de girîng e ku her kes dengên xwe bi kar bîne. Xwedîderketina li sindoqan jî, mîna dayîna dengan girîng e. Wê rojê divê em tenê dengên xwe nedin û neçin li malê xwe rûnenin. Heta jimartin biqedin, divê em li kolanan bin û ji ber dibistanên deng lê tên bikaranîn, neçin.” MA / ŞIRNEX