Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a navçeyê Bêrîtan Botan der barê kurtejiyana Dayîka Uwêş de û rola wê di avakirina kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de,axivî. Bêrîtan di axaftina xwe de wiha got: “Em di 22’emîn salvegera wefata Dayîk Uwêş de dîsa sersaxiyê ji Rêber Apo re dixwazin. Em Dayîka Uwêş wekî dayîka hemû gelê Kurd dibînin.”Bêrîtan her wiha destnîşan kir ku rola dayîkan di perwerdeya zarokên xwe de li ser bingehên fikr û felsefeya Rêber Ocalan gelekî girîng e.  Tê zanîn ku Dayîka Uwêş di 11’ê nîsana 1993’an li gundê xwe Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Wîlayeta Riha ya Bakurê Kurdistanê wefat kiriye.


 ANHA/EFRÎN