Dayikan agirê Newrozê dada

Diruşma “Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojavayê Kurdisatanê û bakurê Sûriyê dixe. Li warê Ebû Leyla, Minbicê dayikên şehîdan agirê Newrozê dada.
Li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û Bakurî Sûriyê îro pîrozbahiyên Newrozê tên kirin. Amadekariya çandî û hunerî ya pîrozbahiyên Newrozê yên Kobanê û Girê Spî bi dawî bûn. Li Minbicê jî agirê Newrozê bi destê dayikên şehîdan hat pêxistin. Newroza Kobanê îro li ber girê Miştenûr bi rê ve diçe. Pîrozbahiya Newrozê li Girê Spî wê bi beşdariya hemû gelan 24´ê Adarê çêbe.
Li Minbicê doh pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bi ruhê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” li Stadyûma Beledî ya bajêr dest pê kir.
Bi hezaran şêniyên bajarê Mibicê, endamên komîte, saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê, şandeyên ji herêmên Cizîr û Firatê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Xelkê bakêr jî elaqeyeke mezin nîşanî pîrozbahiyê da. miletên cihê bi cilûbergên xwe yên gelêrî li cihê pîrozbahiyê amade bûn.
Li stadyûmê wêneyên şehîdan, alên Partiya Paşerojê ya Sûriyê, ala Hêzên Ewlekariya Hundrîn, alên Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, her wiha pankartên bi nivîsa “Têkoşîna jinan di Newrozê de tê nûkirin” hatine daliqandin.
Di şahiyê de bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkmenî û Suryanî axaftin hatin kirin û bixêrhatina beşdaran hate kirin. Paşê kevokên aştiyê hatin firandin û dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist.
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi navê Partiya Paşerojê ya Sûriyê axaftin hatin kirin û komên Navenda Çand û huner a Minbicê ku amadekariyên xwe kiribûn, hunerê xwe û ne xasim jî reqsên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin.
Kobanê û Girê Spî amade ne
Li herêma Firatê jî amadekariyên pîrozbahiya Cejna Newrozê doh hatin temam kirin. Pîrozbahî îro bi rê ve diçin. Li gorî komîteya amadekar, komên hunerî amadekariyên xwe bi dawî kirine û li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê ji bo parastinê tedbîr girtine.
Şêniyên kantona Kobanê bi coşa serketina li dijî DAIŞ‘ê amadekariyên Cejna Newrozê kirin. Komên hunerî ji bo pîrozbahiyê amade ne û li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê ev sê roj in tedbîrên parastinê digirin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya îsal bi dirûşma ‘Bi ruhê Newrozê em ê têkoşînê mezin bikin, tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin’ li Herêma Firatê tê lidarxistin. Gelê
Miştenûr ji Newrozê re amade ye
Kobanê jî amadekariyên Newrozê ku dê li ser girê Miştenûrê pîroz bikin, temam kirin.
Endamê Komîteya Amadekar Xalid Cerade bi navê komîteyê xelkên herêmên Reqa, Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê vexwend pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de li Kobanê were lidarxistin.
Li aliyekî din jî qadên giştî û rêyên sereke yên bajêr bi al û pankartan hatine xemilandin. Komîteya Amedekar dika şahiyê jî hazir kiriye.
Komên çad û hunerî temam in
Komên şanoyê yên girêdayî Navenda Çand û Huner a Baqî Xido xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê amade kirine û şanoyên bi mijarên cuda yên girêdayî rewşa heyî û berxwedanê çêkirine.
Her wiha koma Gulav a stranan, Koma Şehîd Sînan a dîlanan, Koma Laleş a stranan, koman Ciwanên Botanê ya stranan jî berhem amade kirine.
Hêzên Asayîşê di nava liv û tevgerê de ne
Li aliyekî din jî Fermandariya Hêzên Asayîşê ya Kantona Kobanê ji bo parastinê xwe amede kirine. Di vê çarçoveyê de endamên xwe li deriyê ketin û derketina bajar û nêzî bendên kontrolê belav kirine.
Rêvebera Hêzên Asayîşê Zozan Mihemed jî bang li şêniyan kir ku bi hêzên wan re bibin alîkar û ji bo rewşên bi guman hêzên wan agahdar bikin.
Li Girê Spî 24´ê Adarê
Li kantona Girê Spî ya herêma Firatê, komîteya amadekar amadekariyên Cejna Newrozê bi dawî kirine ku dê 24 mehê were lidarxistin.
Li gorî komîteyê hemû pêkhateyên kantonê (Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen) dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Her wiha komên hunerî ji hemû pêkhateyan dê bi berhemên xwe beşdarî Cejnê bibin wekî “Komên dîlanan a pêkhateyê Tirkmen, Ereb û Kurd, komên stranan ên Kurd û Ereb, û komên şanoyê.”
Endamê Komîteya Amadekar Mihemed Îsmaîl diyar kir ku pîrozbahiya îsal a Newrozê dê çand û hunerê hemû pêkhateyên herêmê derxîne, her pêkhateyek dê bi çanda xwe behremên xwe pêşkêş bike.
Li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê tedbîrên parastinê girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN
