Dayîkan bang li CPT û dorhêlên demkrasîxwaz kir ku li dijî îşkenceya Îmraliyê bikevin nava tevgerê. Endama însiyatîfê Eyşê Kara daxuyanî da û got; „Ev 165 rojin bi Rêbertiya me re hevdîtin nayên çêkirin. Em weke dayîkên aştiyê û gelê Kurd nikarin der heqê rewşa Rêberê xwe de agahî bigirin. Di pêvajoya dawî de tecrîda li Îmraliyê gihîştiye asta îşkenceyê de rewşa heyî me dixe nava fikaran. Rêber Apo ev 13 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî û şidandî de tê ragirtin.”

Kara bêdengiya navnetewî ya li hemberî tecrîda girankirî a Îmraliyê rexne kir û wiha axivî: „Ne YE û ne jî CPT ku behsa mafên mirovan dikin li dijî vê bê hiquqiyê dernakevin. CPT rolê sê meymûnan dilîhîze; min nedît, mi nebîhîst û ez nizanim. Em weke dayikên aştiyê û şêniyên wargeha penaberan a mexmûrê bang li hemû raya giştî û demokratan dikin ku li dijî vê bê hiquqî û tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ji bo rewş û tenduristiya Rêberê me heyetek serbixwe saz bikin û Rewşa Rêberê me li îmraliyê di cih de bê lêkolîn kirin.”

MEXMÛR