Dayikên Aştiyê li Şehîdgeha Yenîmahalle ya Wanê çûn serdana zarokên xwe. Dayika Aştiyê Muhsîne Yilmaz diyar kir ku zarokên wan dixwestin her tim ji bo aştiyê kedê bidin û gotina “Dema ku zarokên me mirin jî me aştî xwest” bi kar anî. Yilmaz anî ziman ku ji ber şehîdbûna zaroka xwe serbilind e û got: “Em ne poşman in, em ê di rêya wan de bimeşin û têkoşîna wan bidomînin.”
‘Di her gorê de canê dayikeke radizê’
Dayika bi navê Cahîde Olmez jî got, di Roja Dayikan de weke dayikên ku dilê wan dişewite, ew dixwazin şer bi dawî bibe û pirsa “Dilê me şewitî êdî dê dilê çend dayikên din jî bişewite” kir. Olmez destnîşan kir ku bi salan e ji bo aştiyê berdêl didin û têdikoşin û weha axivî: “Dayik gor bi gor digerin di her gorê de canê dayikeke radizê.”
‘AKP cenazeyan dide dayikan’
Dayika bi navê Zekiye Kaya jî got, di Roja Dayikan de hikûmeta AKP’ê cenazeyên zarokên wan dide dayikan û weha peyivî: “Em bi salan e, weke zarokan destê aştiyê digirin. Her roj cenaze tên. Dewleta hov, bi salan e ji mirovên ku dibêjin aştî, fêm nekir.”
Ger dilê Erdogan neşewite wê ji dayikan fêhm neke
Dayika Aştiyê Xeme Akdogan a 70 salî jî got, di Roja Dayikan de daxwaza wê bidawîbûna êşa di dilê dayikan de ye û got: “Dilê Tayyîp Erdogan neşewitiye, heke bişewitiye dê ji me fêm bikira.”