Dayikên girtiyên siyasî ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku bi Wezareta Dadê ya Tirk re rûnin li Meclîsê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Çalakiya rûniştinê piştî civîna komê ya heftane ya HDP’ê dest pê kir. Ji Amed, Wan û Mêrdînê dayik beşdarî çalakiyê bûn.

Li ser navê dayikan Nezahat Teke got, wan daxwaza hevdîtinê gihandiye Wezaretê û li benda bersivê ne.

Teke got, ‘’Heta ku tecrîda li Imraliyê neyê şikandin, zarokên me wê dev ji greva birçîbûnê bernedin. 30 kesî dest bi rojiya mirinê kiriye. Her gav dibe ku xebera mirinê were. Beriya niha 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Em ê li bara mirina zarokên xwe bêdeng nemînin.’’

Teke got, heta ku daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê meclisê neterikînin û wiha dewam kir: “Me daxwaza xwe ragihand. Heke Wezîrê Dadê soz bide ku em hev bibînin, 3 kes em ê biçin hev bibînin. Heke qebûl nekin, em ê li vir bisekinin. Encex em hatin vir. Êdî bes e. Keçeke min li dijî tecrîdê bedena xwe da ber êgir, ez naxwazim kurê min jî di greva birçîbûnê de ji dest min biçe. Ev heqê min û dayikan ê xwezayî ye.’’