Windakirin, di destpêka sedsala 20´an de bûye yek ji amûrên siyaseta Tirk. Ji wê demê heta îro, li dijî mixalifan ev sîstem hatiye bikaranîn. 

Li Tirkiyê bûyera pêşîn a windakirinê sala 1921’an pêk hat. Wê demê rêberê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Mustafa Suphi ku li Yekîtiya Sovyetan bû, ji bo ku li Tirkiyeyê li dijî emperyalîzmê tê bikoşe û piştgiriyê bide hêzên heyî, tevî 19 hevalên xwe çû Tirkiyeyê. Li wê derê bi çalakiyeke tarî ew hatin windakirin. 


Piştî 12ê Îlonê...

Rejîma ku di 12´ê Îlona 1980´yî bi darbeyeke eskerî hat ser hukim, bi sedan keç û xortên ciwan xistin zîndanan, êşkence li wan kir û gelek ji wan winda kirin. Di salên 1990´î de birêvebiriya rewşa awarte ( OHAL) bi sedan kes windakirin. Ji bo malbatên ku li zarokên xwe digerin, bersiva rayedaran her yek bû “ne li cem me ye”. 

Sal derbas bûn, bi pêşengiya PKK´ê li Kurdistan şerê azadiyê dest pê kir. Dewleta Tirk bi revandin, windakirin û kuştina sivîlan, bersiv da têkçûna xwe ya li hember gerîlayên Kurdan. 

Dewleta Tirk ji bo ku pêşî li vê serhildanê bigire, rêbazên derhiquqî û neinsanî bi kar anîn. Yek ji van rêbazan jî “windakirin” bû. Gelek sîyasetvan, şoreşger hatin revandin û windakirin. 

Ji aliyê dewletê ve hin hêzên veşartî hatibûn sazkirin. Jîtem, Hîzbulkontra, nîjadperestên Tirk û tetik-kêşên taybet. Ev hêz ji navendekê dihatin organîzekirin. Yek hedef dabûn pêş wan: “revandin, windakirin û kuştin.” 


Sêkoşeyê Mirinê... 

Wek wezîfedarên dewletê; polîs, cerdevan, esker, tîmên taybet dihatin, mirov ji malên wan, ji cihê karên wan, ji kolanan, ji komeleyan bi awayekî fermî dibirin. 

Sala 1994´an ji bo Bakurê Kurdistanê sala reş bû. Desthilatdara demê Tansu Çîler û ekîba xwe ji bo Kurdan ferman dabûn. Hiqûq, qanûn ji bîr kiribûn, li gorî xwe sîstemek saz kiribûn û dest bi kuştina Kurdan û mixalifan kiribûn. 

Di van salan de ev kiryar derket qada herî bilind. Her roj li kolanan, li keviyên rêyan, cesed dihatin dîtin an jî hin kes dihatin binçavkirin. Kesên dihatin binçavkirin, carinan ji van qereqolan dernediketin.  Sêkoşeya Adapazarı-Hendek-Sapanca bûbû navnîşana mirinê. Cesedên kesên hatibûn windakirin li vê heremê dihatin dîtin. Rojnameyên mixalif dihatin bombekirin, karsazên Kurd dihatin revandin. 

Malbatan serî li qereqolan û li meqamên fermî dida. Lê ji wan re ev bersiv dihat dayîn: “kesek bi vî navî li cem me tine”. Ev bûyer wek bûyerên kiryar nediyar dihatin diyarkirin. 


Têkoşîna Bênavber... 

Li ser van bersivan, statûya binçavkirinê dibû statuya windakirinê. Rayedarên dewletê rê li ber hewldanên lêkolîna aqûbeta windakiriyan jî digirt. 

Kesên dihatin revandin yan li daristanekê yan jî li navendên kontrgerîla bi rojan di bin êşkencê de dihatin pirsiyarîkirin û dihatin kuştin. 

Cenazeyên van kesan bi şev li ser rêyan yan jî li daristanan dihatin avêtin. Kesên windakirî di Gorên Komî de dihatin veşartin. Ti delîl-şop-rêç li dûv xwe nedihiştin.  Derheqê aqûbeta windakiriyan de ti carî agahî nedihat wergirtin. Yan bi tesedûfî û yan jî carinan bi îtîrafên hin tetik-kêşan bûyer zelal dibûn. 

Malbatên windakiriyan dema ku bersiv ji miracaetên xwe wernedigirtin, miracaetî komeleyên mafên mirovan dikir, ji wan alîkarî dixwest. 

Malbatan dema ku li Tirkiyeyê di warê hiqûqî de encamek bi dest nedixist, doza xwe di bir ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).  Sala 1995´an 121 kesên din li van windakiriyan zêde bûn û hejmar zêdetir dibû. Heman salê dema Hesen Ocak hat windakirin, ji bo zanîna aqûbeta wî kampanyayek hat lidarxistin. Di encama vê kampanyayê de, sala 1995´an cenazeyên Hesen Ocak û Ridvan Karakoç ên windakirî, hatin dîtin.


Dayikên Şemiyê... 

Xizm û malbatên windahiyan li berderê qereqolan, li goristanan, li daristanan rastî hev hatin û pêwistî bi rêxistinbûnê dîtin. Pêwistî bi çalakiyekê dîtin û li cihanê jî mînakên wê hebû “dayikên platza de mayo - dayikên meydana 1 gulanê” ji xwe re mînak girtin û ber deriyê “Lîseya Galatasarayê“ wek navnîşana çalakiyê destnîşankirin.  Dayik û xizmên mirovên windakiriyan, roja 27´ê Gulana 1995´an li Stenbolê li pêşiya Lîseya Galatasarayê daxuyaniyek dane çapemeniyê û doza dîtina kesên windakirî, kir. Piştî ku malbatan hev nas kir, her roja şemiyê li ber Lîseya Galatasarayê dihatin cem hev, wêneyên kesên di bin çav de hatine windakirin, hildigirtin û ji bo ku dewlet aqûbeta windakiriyan eşkere bike, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ew di nav raya giştî de wek “Dayikên Şemiyê” hatin bi navkirin.  Ji wê rojêve, her roja Şemiyê, xizmên windakiriyan radihêjin wêneyên xizmên xwe û seet 12´an li pêşiya Lîseya Galatasarayê kom dibin, doza mirovên xwe dikin. Gelek caran jî polês êrişî wan dike, li wa dixe, wan dixe bin çavan û êşkenceyê li wan dike. Dayikên Şemiyê bi çalakiya xwe ya li ber deriyê Lîseya Galatasarayê di dîroka Kurd û Tirkan de cih girt û bi çarik û desmalên xwe yên spî û bi tilîliyên xwe bûn sembola aştiyê. 


Hêviyên Vegerê... 

Zarokên dayikên şemiyê, zindî ji mal hatin derxistin, ji kolanan hatin revandin û careke din ne mirî ne jî zindî venegeriyan. Çavên wan li rê, guhên wan li hêviya dengê telefonekê qerimîn.  

Lê her şemiyê, dayik ji xew radibûn, barê êşê li ser milê xwe dikirin û berê xwe didan ber “Lîseya Galatasarayê”. Li wê meydanê zarokên xwe yên di wêneyan de ji nû ve anîn dinyayê û bi çavên tijî hêvî, ji derdora xwe pirsin, “kurê min, qîza min winda kirine, te dîtiye?” “ez xwediyê/a vî wêneyî me.” 

Zarokên wan venegeriyan, lê Dayikên Şemiyê tekoşîna xwe û gera li zarokên xwe nekirin qurbana siyasetê, tekoşîna wan ya li dijî zilmê û windakirina mirovan her berdewam e. Dîsa roja şemiyê derdikevin kolanan li çavên mirovan dinihêrin, li zarokên xwe digerin û bangî mirovahiyê dikin: “şansê we hebû, hûn nehatin windakirin, lê wijdana we?” 


Hefteya Windakiriyan

Kongreya Windakiriyan ji 17ê Gulanê heta 31ê Gulanê wek “Hefteya têkoşîna li dijî windakirina mirovan a di bin çav de” îlan kir. Di vê hefteyê de xizmên windakiriyan û rêxistinên mafên mirovan tên cem hev û bi çalakiyan li aqûbeta windahiyan dipirsin.