Dayikên Şemiyê li her derî ne
Li Bruksel, Mannheim, Amsterdam û Melbourneê ji bo piştgiriya çalakiya 700’î ya Dayikên Şemiyê, çalakî hatin lidarxistin. Çalakgerên li paytexta Belçîkayê Brukselê li Place de la Monnaie civiyan, êrişa pêr a polêsan Tirk a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir. Bi heman armancê li bajarê Elmanyayê Mannheimê, yê Hollanda Amsterdamê û yê Awustralyayê Melbournê jî çalakî hatin lidarxistin.
BRUKSEL: Li Brukselê, bi banga HDK-Belçîkayê li meydana Place de la Monnaieyê çalakiya rûniştinê pêk hat û êrişa polêsên Tirk a pêr hat şermezarkirin. Qisekeran diyar kir ku windakirin polîtîkayeke dewletê ye û bal kişandin ser têkoşîna li dijî windakirinan a li Tirkiyeyê.
MANNHEIM: Li Mannheimê, tevgerên jinan ên çepgir û sosyalîst ên Kurd, roja şemiyê berêvarê, li Wassertûrmê çalakiya rûniştinê kir û daxuyaniyek da.
Di çalakiyê de pankart û wêneyên windayan hatin hilgirtin û dirûşmên “Dewleta kujer wê hesab bide”, “Hêrsa dayikan wê zaliman têk bibe” hatin gotin.
AMSTERDAM: Çalakiya li Amsterdamê ji aliyê “Komîteya Piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re” hate organîzekirin û li Dam Pleinê bi beşdarî û desteka gelek saziyan pêk hat.
Di çalakiyê de li ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û sûcên dewletê yên li dijî mirovahiyê, belavok hatin xwendin û belavkirin.
MELBOURNE: Li Melbourneê jî çalakiyeke piştgiriyê ya ji bo Dayikên Şemiyê pêk hat. Endamên Bloka Aştî û Demokrasiyê, li pêşiya pirtûkxaneya eyaleta Melbourneê civiyan û pankartên li ser wan nivîsî, “Winda nebû baweriya min, kêm nebû berxwedêriya min, neçilmisî qurnefîla min.” hatin bilindkirin.
Di axaftinan de çalakgeran got, ‘Em bi hezaran km dûr bin jî êşa Dayikên Şemiyê hîs dikin û em ê her tim piştgiriyê bidin têkoşîna wan.”
NAVENDA NÛÇEYAN