Ehmed diyar kir ku Barzanî ji xwestiye beriya serdana xwe ya Rusyayê nêrîna Desteya Bilind bigire û wiha dom kir: "Me jî hem nêrîna xwe anî ziman hem jî bal kişand ku çi hevdîtinên derbarê gelê Rojavayê Kurdistanê de hebin, divê bi Desteya Bilind a Kurd re bêne pêkanîn. Herkes êdî gihiştiye wê baweriyê ku nûnerê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan û Sûryê Destiya Bilind e."
Îlham Ehmed bal kişand ku ew di hevdîtinê de li ser pirsgirêka deriyê sînor yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî rawestiyan e û rêbazên derbasbûna alîkariyên perçeyên din ên Kurdistanê û rêxistin û saziyên mirovahiyê yên ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatine şandin nîqaş kirine. Ehmed, got ku ew li ser vekirina deriyê bazirganiyê û amedekirina pireyekî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî rawestiyan e. Ehmed, got ku di vê mijarê de komîteyek ji endezyaran hatiye avakirin, vê komîteyê lêkolîn jî kirine û dê di demeke kurt de ev pir bê çêkirin.
QAMIŞLO