Aborînasê Banka Cîhanê Justin Yifu Lin, anî ziman ku welatên di nava pêşketinê de ne divê xwe ji pêlek nû re amade bikin. Serokomarê Fransaye Sarkozy, jî diyar kir ku divê îsal bêtir diranên xwe bijdînin û bal kiyand ser qeyrana aboriya cîhanê. Hîndekar û aborînasê Marksist Prof. Dr. Korkut Boratav, li ser aboriya cîhanê, Ewropa û Tirkiyeyê nirxandin kir.
Boratav, anî ziman ku pirsgireka qeyrana aborî ya cîhanê ji rêbazên welatên rojava yên salên 2008-2009'an derdikeve û wiha got: "Ji aliyê finansa kapital ve hate birêvebirin. Xwestin bankayên têk çûne xelas bikin. Deynên dewletê pir zêde kirin. Li aliyekî xwestin bankayan xelas bikin. Ji ber vê yekê barê karker û kedkaran giran dibe. Betalî û serfkarî zêde dibe. Deyn zêde dibe û debar giran dibe. Piştî di sala 2010'an de pêla krîza aboriyê belav bû êdî rê li pêş nehat girtin.
Banka Cîhanê êdî nabe ewlehiya aboriyê
Boratav, destnîşan kir ku Banka Navendî ya Ewropayê êdî nabin ewlehiya aboriyê û wiha got: "Bi taybetî bêhevsengiya ewropayê ji ber Almanya pêk tê. Piştî şert û mercên salên 2008-2009'an krîza deynan dest pê kir. Lêcûnên cemaweriyê hatin kêmkirin. Xwestin pirsgirêka aboriyê li ser pişta civakê çareser bikin û ji lêçûna wan kêm kir. Bac zêde kir û pereyên meaşên karker, karmendan kêm kir."
'Aborî dê piştî neviya 2012'an têk biçe'
Boratav, bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û destnîşan kir ku her çend Tirkiye xwe biparêze û bêje pêla Krîza aboriyê bandorê li wê nake jî, dê piştî nêviya sala 2012'an Tirkiye jî têkeve bin pêlên kirîza aboriyê. Boratav, anî ziman ku Tirkiye jî de têkeve bin bandora qirîzê û wiha got: "Tirkiye Brezilya, Koreya Başûr, Hindistan, Arjantin û gelek welatên din dê têkevin bin vê pêlê. Li aliyekî zindîbûnek heye, li aliyekî din nepixandinek vala heye. Di sala 2011'an de deynê derve gelek zêde bû. Rekor şikand. Tirkiye dêli gorî welatên din bêtir di talûkeyê de ye."
Boratav, bilêv kir ku ji ber qeyrana salên 2008-2009'an rawestînek heye. Ev nîşaneya krîza nû ye.
MURAT SELENOGU - DÎHA/STENBOL