Parêzerên endamên Koma Parêzeran a Hemdem, Parêzerên Tevkar, Komeleya Huquqnasên Hemdem, Komelaya Hiqûqnasên Azadîparêz, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê û ÎHD’ê li hemberî girtina 36 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di çarçoveya operasyona KCK’ê de hatibûn girtin, wê îtîraz bikin. Parêzeran bi ser navê “Em parastinê diparêzin” daxuyaniyek nivîskî weşand.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Mixabin operasyona li hemberî parêzeran ya herîm ezin ya di dîroka komarê de bi destê darazê pêk hatiye. Ev operasyon bi hedef nîşandana serokwezîr pêkhatiye. Bi van girtina mafê parastinê hatiye binpêkirin. Ev pêkanînek dewleta otorîter e.” Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê ji bo îtîrazê daxwazname bidin dozgeriyê û piştre jî daxuyaniyek bidin çapemeniyê.

STENBOL