Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Staffan de Mistura bang li dîplomatên gelek welatan kir, da ku berê xwe bidin Cenevreyê ji bo ku di 14`ê Îlonê de bi Komîteya Destûrê re nîqaşan bikin.
Seroka Navenda Çapemiyê ya buroya Netewên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê, Alasarend Vilotchi di daxuyaniyeke çapemeniyê de roja Sêşemê got Nûnerê Navneteweyî yê Taybet li Sûriyeyê bang li Misr, Fransa, Elmanya, Urdun, Erebistanê Siûdî, Brîtanya û NY`yê kir da ku 14`ê Îlonê beşdarî nîqaşeyên hevbeş bibin.
De Mistura bi vê yekê dixwaze nîqaşên ku di 25`ê Hezîranê de hatin kirin, bidomînin û aliyê siyasî nîqaş bikin û di nav de keda navneteweyî di avakirina Komîteya Destûrî de bi nûnerên dewletan re nîqaş bikin.
Şerek ji bo berjewendiyên xelkê
Staffan de Mistura 24`ê Tebaxê jî bang li Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kiribû ku der barê Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê de beşdarî hevdîtinên meha Îlonê li Cenevreyê bibin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, Rûsya, Tirkiye û Îran aliyên li Sûriyeyê ne. Li ser hesabê gelê Sûriyeyê berjewendiyên xwe dimeşînin. Rûsya û Îran jî hewl didin careke din Sûriyeyê bixin bin serweriya rêjîma Baasê. Her wiha ji bo vejandina serdema Osmaniyan, Tirkiye hewl dide Bakurê Sûriyeyê dagir bike û derbê li tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi serkêşiya gelê Kurd, bixe.
CENEVRE