Berî çend rojan serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad da xuyakirin ku pêşnûmeya makeqanûna nû ji alî komisyoneke taybet ve hatiye amadekirin û ew 26’ê sibatê wekî roja refranduma li ser makeqanûna nû îlan dike. Lê ji despêka vê daxuyaniyê ve ew ji alî hin muxalifan ve bi tundî hate red kirin û hate gotin ku tiştê herî lezgîn niha rawestandina tundî û kuştinê ye û paşê jî serbestberdana girtiyane.
 Kesên ku heta niha dengê xwe li dijî vê makeqanûna bi destê Esad hatiye amadekirin nedaye xuyakirin lê serokatiya heyeta kordinasyona ji bo guherîna demokratîk aşkare got ku ew tevli vê refrandumê nebin ji ber ew di nava amaadekariyên vê makeqanûnê de tunebûn. Lê muxalifên derveyî welat hê helwesteke aşkare û daxuyanî di vê derbarê de nedane.

Helwesta Rûsya û DYA'yê 
Di warê navnetewî de jî 2 helwestên berz xuyakirin yek ji alî Rûsya ya din jî ji alî Amerîkayê ve hatin aşkarekirin û herdu daxuyanî jî tam dijberî hev bûn. Rûsyayê kêfxweşiya bi vê daxuyaniya Esad ya ji bo refrandumê anî ziman û wekî gavekî rast û giring ber bi dermokrasiyê ve nirxand.
Lê bersiveke tund li dijberî vê daxuyaniya Esad ji hikûmeta Amerîkayê hat. Berrdevkê Qesra Spî da xuyakirin ku Esad henekê xwe ni şoreşa Sûriyeyê dike û wiha berdewam kir: Her dem li pey sozên Esad ên reform û guhertinan kuştin û tundî li dijî sivîlan zêde dibe û got ku rojên Esad êdî hejmartî ne û ber bi qedandinê ve diçin.

Zengîniya siyasî 
Li gorî vê pêşnûmeya destûra nû dê rê were dan ku hemû aliyên siyasî xwe di nava siyasetê de bibîne û dê bidawî li siyaseta partiya bi tenê bîne. Li gorî agahiyên ku heta niha derbarê pêşnûmeya destûra nû de hatine zanîn ew e ku dê dema serokomartiyê bi 7 salan were destnîşankirin û ji mafê wî be ku tenê carek din jî bê hilbijartin.  Li gorî vê pêşnûmeya makeqanûna nû dê dawî li siyaseta partiyya yekem a civak û dewletê bîne û rê li ber partiyên siyyasî ên din jî veke ku rêveberiya welat bikin.

Derbasgehên mirovhi 
Ji aliyekî din ve ev demeke ku behsa derbasgehên mirovî tên kirin ku bikaribin di riya wan derbasgehan de alîkariyên insanî bighînin gelê Sûriyeyê. Di vê derbarê de Wezîrê derve yê Fransa Alain Juppe diyar kir ku ew dixwazin Neteweyên Yekbûyî (NY) ramana derbasgehên mirovî li Sûriyê gotûbêj bike. Juppe  got: “Fransayê di Cotmeha borî de jî ev pêşniyar kiribû, lê ti encam bidest nexistibû.”
Alain Juppe ragihand ku divê gel bên parastin û aliyê mirovî pir girîng e; “Bi riya çêkirina derbasgehên mirovî, saziyên sivîl dikarin bigihin deverên ku komkujiyên mezin li wan deran tên kirin.”
Navbirî di Cotmeha borî de jî xwestibû vê pêşniyarê bide YE, NY û Yekîtiya Ereban. Juppe herwiha ragihand ku birîna dosya Sûriyê ji bo dadgeha tawanan a navdewletî tenê dikare bi riya biryareke Civata Ewlekariyê bê bicihkirin.   

Teqînên li Humsê 

Ji aliyekî din ve hem aliyên fermî ên dewleta Sûriyeyê hem jî muxalefetê herduyan hev bi teqîna boriyya Gazê ya kargeha Humsê tewambar kir. Li gorî agahiyên ji herêmê ew xeta ku hatiye teqandin li nêzî taxa Baba Emero ye ya ku ev serê 10 rojane ji alî hêzên dewleta Sûriyeyê ve tê toperankirin û dibe ku yek ji van topan lê ketibe. Lê li gorî agahiyên fermî ên dewletê jî hêzên muxalefetê tên tewanbarkirin.

ŞAM