Rêveberê navendê herwiha got ku eger piştgiriya wan bê kirin navenda wan ne tenê li Kurdistan, Îran lê di astê cîhanî de dikare di warê pêşxistina ziman, edebiyat û pirtûkxaneya millî ya Kurdî de gavên mezin bavêje. Tahirnijad wiha axivî: ’’Armanca me ya serekî wergerandina şahkarên zimanê Kurdî bo ser zimanên zindî yên cîhanê û berovajiya vêna, lê bi derbasbûna demê re, kalîte û serkeftina şêwaza wergerandinê di Hujînê de eşkere dibe. Mixabin xebatên bi zimanê Kurdî di warên îlmî û akademîk de pir kêm yan qelsin û em dixwazin di navendê de zêdetir girîngiyê bidin beşa ilmî.’‘
SINE