Her bi hêrs û çavsor in... Lewma li ser nerastiyê, baweriyeke mezin a civakî ava kirin. Bi vî şiklî, ji dîroka komarbûna Tirkiyê heta roja îro, çendîn şêwe ceribandin. Ji bo ku însan ne wek însan bijî, çendîn derew damezirandin. Derewên wan, bûn bingeha sazî û sazûmanî ya komarê, komarê wan li ser derewê bilind bû.
Li ser înkarî, korî, kerî, li ser nezanî, nedîtin û nebihîstinê şaristaniyek ava kirin. Ji bo ku milet nebizane, nebîne, nebihîse, neaxive, nîqaş neke, nerazîbûna xwe nîşan nede, dev û guhên xwe bigire, wek 'civakeke girtî' tevbigere, bi salan xebat kirin, ji bo vê yekê dibistanan, zanîngehan çêkirin, mamosteyan bicîh kirin, pirtûk û kovaran derxistin, kursiyên zanîngehan çêkirin, bi milyonan xwandekar, bi hezaran profesor wek morî çûn û hatin, bi hemû van hewldanan pergaleke nezaniyê, civakeke bêhay û rêvebertiyeke derewîn meşandin. Va bûye 92 sal, bi vî rengî dimeşin û dixwazin hê jî bi vî rengî bimeşin.
Li ser rû dinyayê mînakeke wilo nîn e, an pergalek di alî paşvemayînê de pîçekî bişibe van jî kêm e û di qada xurtbûnê de tu dewletek, pergalek nikare bigihîjê hêz û baweriyê van... Milet jî mileteke ecêbe ku, hewceye di nav laboratûarên civaknasiyê de li ser civakbûna wan lêkolîn were kirin. Çawa dibe ku pergaleke bi vî rengî, nêzî sed sal hebûna xwe diparêze, didomîne û car carina xwe bi xwe xurtbûna xwe ewqasî qewîn dike ku, ji miletên din re jî xwe dipejirîne? Li rû dinyayê wek 'civakek bêpergal, nepergal' dijî.
Îja her tişt xelas, vêcar fêrdayîna "zimanê Osmaniyan"... Zimanê Osmaniyan di nav nêynokan de dinivîsim, ji ber ku zimanekî wisa civakî, xwezayî û rasterast ziman nîn e, ango em li ser fîlolojiya ku li hemû dinyayê hatiye pejirandin biaxivin, zimanê Osmaniyan, ku wek zimanekî li ser kokê xwe şîn bibe û di nav civakekî de wek amûreke axaftin û têgihîştinê bibe ziman, nîn e.
Di vê 92 salî de miletên ku li ser vê axê dijîn û xwedî zimanê qedîm in, tu li wana nenêre, wek tune bihesibîne, ew zimanana qedexe bike, bêhna wan ji wan re teng bike, bikuje, çîrok, muzîk, şano, rojname, pirtûk, kovara wan, helbest, wêje, heta cil û bergê wan jî qedexe bike, îcar polîmekî derxîne ku "Zimanê Osmaniyan"... Car carina însan lê dinêre, şaş dimîne. Çima?... Çima yek zanayekî li kursiya xwe ranabe û bi xatirê namûsa zanistiyê çend gotinan nabêje, nivîsekî ha baqil nanivîse û ev pergalê ji dinyayê de rezîl nake? Çima yek zanayek ku dinyayê zane, dîrok zane, civak û civaknasiyê zane ranabe ser pî û çend gotin bi xatirê ilmê însanetiyê venabêje?
Civaknasê van çi kes in? Rojnamegerên van?.. Zanyar, ronakbir, rewşenbîr, qet arîfek jî nîn e gelo, ji namûsa zanyariyê re rêzdar, ji zanînê re bihurmet, ji civakê re xwe deyndar bibîne û durûtiyê vê pergalê derxîne holê û ji dinyayê re bang bike, biqîre, dengê xwe ji mirovahiyê re, gotinên xwe ji hemû gelên dinyayê re parve bike û ev pergala hanê beredayî bê ser xwe?..
Îja zimanê Osmaniyan... Dinya pê re dikene... Ew na jî, desthilatdarên Osmaniyan, dev ji zimanê berde, jiyana Osmaniyan li gorî xwe nedihesibandin, pê re dikeniyan, tinaz pê dikirin, kena xwe dikirin. Gelê Osmanî, ji alî desthilatdaran ve wek însan jî nedihat hesibandin. Desthilatdar timî Farisî, Erebî û can carina jî zimanî Tirkî di navde diaxiviyan, di dema dawî ya împaratoriyê de jî hin car zimanê Fransiyan zêdetir di karên dewletê de dihate bikaranîn. Lê dîsa desthilatdarên Osmaniyan jî qasî van ne bêşerm bûn.
Jixwe derdê van jî ne Osmanî ye, derd Kurdî ye. Derdê van, ji bo ku Kurdî wek zimaneke civakî û fermî neyê pejirandin e. Ji ber wê ye, "de zû dijî Kurdî zimanek were pêydakirin"!..