Bi 100 hezaran welatî koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê bûbûn. Piştî bajarên konteyniran hatin avakirin welatiyên xaniyê wan hilweşiyan li van konteyniran bi cîh bûn. Piştî sal derbas bûn, hin welatî li TOKÎ bi cih bûn, hin welatiyan jî bi derfetên xwe xanî avakirin û bi cih bûn. Lê hêji bi sedan welatî li Konteynira Bajar a Anadolu di nava şert û mercên pir giran û xerab de dijîn. Welatiyên ku di nava şert û mercên xerab de dijîn pirsgirêkên wan nayê dîtin û dewletê soza li hemberî welatiyan hêj pêk neanîye. Organîzatora Projeya Hunerê ya Wanê Derûnînas Leyla Akça, diyar kir ku ew li ser terapiya hunerê dixebite û ji bo jin û zarokên ku di erdhejê de mexdûr bû atolyeyên fêrbûn û hilberînê ava kirine.


'Em hunerê didin naskirin'
Akça, anî ziman ku wan berê jî li ser mexdûrên erdhejê belgefîlma ku rewşa wan tine ziman amade kirin û bi riya medya civakî parv kirin. Akça, anî ziman ku bi riya xêrxwaz û alîkarên dîbînin-dibhîzin alîkarî ji mexdûran re tê kirin.  Akça, anî ziman ku li atolyeyê xebatên çente, kîsên lavanta, dirûn û fesaliyê, risandina goran û gelek berhemên destan fêrî jinan dikin. Akça, da zanîn ku ev xebatên atolyeyê ji bo derûniya zarok û jinan pir baş e. Akça, da zanîn ku bi hêz û keda jinê dîsa çand û hunerên Wanê ji nûve bi ruh dike û bi dirûn û fesalê çanda Wanê bidin naskirin.

´Ked hestek xweş e´
Dayika 3 zarokan Ozgul Toprak a 28 salî ku 3 salin di bajarê konteynirê de li ber xwe dide diyar kir ku ew bi van atolyeyan gelek kêfxweş dibin û jiber hilberandinê dikin moral û hêzê distînin.
Toprak, anî ziman ku berî atolye bê vekirin dema wan vala derbas dibû, lê piştî atolye hat avakirin êdî dest bi hilberînê kirine û wiha got: "Em li vir xwe bi xwe fêr dibin û fêrî hev dikin. Her kes hunerê xwe fêrî yên din dike.
Mamoste tune. Em zanebûnên xwe bi pev parve dikin. Kemasiyên xwe em xwe bi xwe temam dikin. Em bi xwe li zarokên xwe xwedî derdikevin.  
 DÎHA/WAN