Apê Îsmaîl û malbata wî ya ku bi berbanga sibehê re berê xwe didin çiyê, debara xwe bi vî rengî dikin. Bi hevjîn û zarokên xwe re ji aliyekî ve giha kom dike, li aliyê din jî bersivê dide pirsên me.

Em dipirsin ka çavkaniyeke din a debarê heye yan na.
Ew jî dibêje, "Çend heywanên me hene, lê belê ji ber ku malbata me qelebalix e, têra xwedîkirina me nakin. Em jî van nebatan kom dikin û difiroşin." Koka Sûsinokê ziwa dikin û difiroş in. Berhema xebata rojekê ancax çar pênc kîlo ye. Ew jî dibêje "Ev têra çi dike" û bi çape her dikole.
Ew berhevkirina nebatan ku kevneşopiya çanda neolîtîk e, dewam dikin. Lê ev yek jî ji bîra mirovan dernakeve: Ev xaka ku şopên civaka neolîtîk hînê bi xurtî lê tê dîtin û jiyîn, ji ber madenên cuda û petrolê tê talankirin û tevî ku herî zêde Kurd li vê xakê berdêl daye-dide jî, li vê xaka dewlemend bi zehmetî debara xwe dike.
Li gel vê nêrînê, em vê pirsê dikin: Li Başûrê Kurdistanê çavkaniyên dewlemend ên petrolê hene. Bandora vê li aboriyê çiye. Hikûmeta Herêmî di warê ekonomîk de derfetên kar nade we?
Ew jî bersiva, "Hikûmet di her firsendê de dibêje em dewlemend in. Rast ew dewlemend in, lê belê petrola Başûrê Kurdistanê, derfetên din jî bi tenê dewlemend dewlemendtir kir."
Li qadeke di bin kontrola gerîla de biha kom dikin. Em jî têkiliya wan a bi gerîla re dipirsin. Dibêje baş e. Ev kêfxweşiya ku nanê xwe bi berhevkriina gihayê li qada gerîla bi dest dixe, ji rûyê wan diyar dibe.
Em spasî ya wan dikin ku ji bo pirsên me bersivandin. Em jî zêde wan ji karê wan nahêlin. Dema ew di bin dijwariya rojê de giha kom dikin em jî rêya xwe dewam dikin. 

ANF/ XINÊRE