Xwediyê pez û sewalan ji bo debara xwe bikin diçin zozanên herêma Kaniya Kewan a li quntara çiyayê Kozmê yê Mûşê. Welatî der barê zehmetî û pêkanînên li dijî xwe de axivîn. Welatî ji ber pêkanînên dewletê bêzariya xwe îfade kirin û diyar kirin ku berê wan bi lêçûneke kêm sewalên xwe baştir xwedî dikir. Yek ji van welatiyan Enver Oglago ye. Oglago beriya destpêka axaftina xwe polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî xwedîkirina sewalan, rexne dike. Oglago dibîje, demekê zozan qedexe kiribûn û ji ber vê qedexeyê sewalkarî hatibû ber nemanê. Oglago diyar dike ku ji ber vê yekê xwedîkirina sealan buha bûye û abora wan jî xirab bûye.
'Lêçûn zêde ye, aborî xirab e'
Oglago îşaret bi rabihuriya xwe dike, derdibire ku ew li zozanan mezin bûye. Ew dibêje, ew pîşeya malbata xwe didomîne û weha dewam dike “di roja me de xwedîkirina sewalan zirar e” û havînê ew tên zozanên çiyayê Kozmê û zivistanî jî diçin herêmên germtir û wiha axivî: "Ji ber ku zivistanî zozan gelekî sar in, em berê xwe didin bajarên wekî Amed û Êlihê. Em li van bajaran bi berdêla 40 hezar TL de erd kirê dikin: Ev jî di warê aborî de me tengav dike." Oglago destnîşan dike ku ligel ew qas kedê jî dîsa nikarin debara xwe bikin û dibêje, berê wan bi hejmareke kêm debara xwe dikir. Oglago wiha dewam dike: "Em 3 hezar 500 TL didin şivan. Divê herî kêm 2 şivan hebin. Berê me di navbera hezar û 600 û hezar û 700 pezî xwedî dikir. Lêçûna me kêm bû û abora me baş bû. Niha lêçûn zêde bûye û abora me xirab bûye. Lêçûnan pişta me şikandiye. Niha ev hejmar daketiye 800 pezî. Em dest ji vî karî berdin derdek e, em dewam bikin derdekî din e. Em jî nema zanin bê çi bikin."
ÎDRÎS SAYILGAN/DÎHA/MÛŞ