Derhênerê Kurd ji ber fîlmên xwe, ji alî dewleta Îranê ve bi hinceta “heqareta li dijî nirxên pîroz” hat dadgehkirin û Dadgehên Îrana Îslamî 6 sal cezayê hepsê û cezayê 223 caran kamçîkirinê lê birrîbû.
Fîlma yekemîn a metrajdirêj a derhênerê ciwan Keywan Kerimî ‘Def’ di festîvala Venedîkê de ku ev 73. car e tê lidarxistin, wê derkeve pêşberî sînemager û sînemahezan.
Fîlma ku reş û spî ye parêzerekî ji Tehranê dike mijar ku piştî gihiştina posteyeke jiyana wî serobinî hev dibe.
Li benda îtîrazê ye
Kerîmî sala 2013’an bi fîlma xwe ya ‘Nivîsandina bajaran’ 15 rojan di tecrîdê mabû, hinceta ceza jî ‘heqareta li dijî nirxên dînî’ bû. Piştre Kerîmî hat darizandin û cezayê 6 sal heps û 223 car kamçîkirinê lê hat birrîn. Piştî nerazîbûnên navneteweyî yên ji bo Kerîmî, cezayê wî daket salekê. Kerîmî niha azad e û li benda encama îtîraza ceza ye.
LONDON