Di her çîrok, efsane û berhemên folklorîk de hin remz û sembolên nakokiyên nava civakê li ber çavan radixînin, hene. Ev awa sêwirandin rastiya bingehê hemû çandên cihanê ye. Wek mînak: Di destana Mem û Zîn de Beko sembola xirabiyê, Mem sembola evînê Tajdîn sembola dostanî û dilsoziyê ye.
Dema em dîrok û di rastiyê de jiyan û ne jiyana destana Newrozê didin aliyekê û tenê li remz û sembolên vê destanê dinêrin, dibînin ku Kawa sembola merdî û gernasiyê, Ferîdûn sembola erkê serkariyeke dadwer, Dehak jî sembola xirabiyê xwînxwariyê û çewisandinê ye. Ev sembol di vê roja me de jî neguheriye, her wisa maye, hima bigire her remz li gel hev tên çendbare kirin. Tenê mirov dikane bibêje; methodên xwînxwariye li gel hin paşmayiyên wehşeta mejiyên sedsala heftan, hê nûjentir bûye.
Di destpêka sedsala bîstan de Dehak di kesayetiya jontirkan de kemalîze bû; li ber çavên hemû cihanê sotin, ruxandin, derbider kirin, xwîna jin, zarok û kalan rijandin. Li bakur li ser wê xwînê Komara tirk avakirin. Li Başûr îngîlîz û Baasî bûn ku Dehakê wan ê dawiyê Saddam bû, Li Rojhilat Şah û Xomeynî û her wisa li Rojava jî Baasa Suriyê bû. Wan ne tenê kujeriyên dij mirovahiyê li Kurdistanê pêkanîn, her wisa di her Newrozê de mîna ku Kalên xwe yê sembolîk Dehak bi bîrbînin, her û her xwîn rijandin.
Bi cuntaya Dehak Kenan Evren re li kolan û kuçeyên bajaran, çiyan û gundan, li newal û deviyan bi hovane xwîn hate rijandin. Berî dan girtîgeh û zîndanan, lê êşkence kuştin û xwînxwariyeke kirinên Dehak di siya xwe de hîştibû pêkanîn, celadê Dehak Kenan Evren Esad Oktay bi hovitiya xwe ya ku hemû wehşetên cihanê di siya xwe de hîştibû li zînda Amedê di ser dîlên şer de çû û xwîn rijand, bi kuştinan gef li girtiyan xwarin. Kawayê Hemdemî Mazlûm Dogan bi bêminetkirina mirinê re tehdîta mirinê di qirika Dehak û celadên wî de fetisand. Û wateyeke nûjen,da Newrozê, Newroz gihand nav dîmenziyonên gerdûnî.
Dehakiya di serkariya dagirkerên tirk de ji nû ve teşe girtibû, ji rijandina xwînê têr nedibû, di her Newrozê de mîna perestineke ji bo bîranîna Dehakan, hersal li hemû bajarên Kurdistanê xwîna kulîlkên Kurdistaniyan herikand. Gelek caran li Cizîrê mîna tehdîteke li dij Mem û Zînê bi hovitiya navenda Asyayê êrîş kir. wek Lîcê bajar sotin.
Bi destpêka sala 2014 an re koalisyoneke xwînxwariya nû di navbera Dehakên mîna serkarên AKP, Vahabiyên Saudî û Katara serê her xirabiyê de di bin çavdêriya hin welatên cihana rojava de formeke Dehakên nû yên mîna maryonetên li ser dikê hatin afirandin. Ji her hêlê ve bi awayên barbarên demên cahîliyeyê, bi referansên îslamîye ji Kerkuk ta Efrînê êrişên xaka Kurdistan, giyana Kurdistan, hêviyên Kurdistan, sembolên Kurdistan, rûmeta Kurdistan kirin. Li Şengal mirovahî di nava şermê de fetisandin, xwestin li Kobanê armanca xwe ya qirêj bi cihanê bidin pejirandin. Lê kulîlkên Kawayê Hesinkar bi lîlîyan ev celadên Dehakan şandin dojeha dupişkan.
Bi saya serê şêr û şepalan, me agirê Newroza 2015 an bi serfirazî vêxist, lê Dehakên ketibûn sîperên bêbext ranewestiyan, Serkêşê giştan ferman da û got „Kêşeya Kurd nîne!“ Çoyên destê wî li Batman û Wanê gaza bêwijdaniya wî reşand ser gelê me yê Newroz pîroz dikir. Li HESEKê xwînxwarên girêdayê wan xwîna jin û Zarokên me rijandin. Celadên wan ên ji dupişkên çolistanê Sê pêşmêrgeyên me bi serjêkirinê qetilkirin. Bê guman wê bersivên tund ji Kawayên şêr û şepal bigirin û di wê xwîna herikandî de bifetisin.
Divê em êdî rê nedin ku celad û xwînxwarên Dehakan pêlê xaka me bikin û xwîna zarokên welatê rojê birijînin. Divê Dehak, yan ji bi navê rast xwînxwar û celat êdî li rûyê erdê nemînin, Da ku Newrozên me bikane di nava şahî û bextewariyê de bên pîrozkirin. Careke din Newroza we pîroz be!