FEHMÎ KATAR / BERLÎN
Di sedsaliya qetilkirina xwe de ji pêşengên çîna karker a Elman Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht li paytexta Elmanyayê Berlînê hatin bibîranîn. Tevî barana zêde û şiliyê jî bi dehhezaran kesî ew bi bîr anîn. Wekî her sal yekşema duyê ya sala nû, saet tam 10:00´an ji Frankurter Torê meşê dest pê kir û li goristana Friedrichsfelê bi dawî bû; gorên herdu pêşengên çîna karker a Elman li vê goristanê ne.
Tevî her tiştî
Slogana çalakiyê “Trotz alledem/Tevî her tiştî” ji sernivîsa gotara Karl Liebknecht e, ku tevî 31 hevrêyên xwe hatibû qetilkirin. Ev gotara hanê beriya ew bê kuştin bi deh rojan yanî 15´ê 1919´an di kovara “Rote Fahne/Alaya Sor” de weşandibû. Di meşa bibîranînê de sembolên ji welatê Baskê heta bi Kurdistanê dihatin dîtin. Di dawiya meşê de gorên herdu şoreşgeran bi qurnefîlan hatin xemilandin.
Di nava kesên beşdarî meşê bûyî de Hevserokên Partiya Çep (Die Linke) Katja Kipping û Berd Riexinger, hevserokên koma di meclîsê de ya heman partiyê Sahra Wagenknecht û Dietmar Barstch jî hebûn. Ji kevne hevserokên Partiya Çep Oskar Lafontaine û Georg Gysi jî beşdarî bibîranînê bûn.